Mihemed Elî Îsa Endemê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ne Partiyak siyasî ye û ew bi mêjiyê çeteyan kar dike. û got ku ev êrîşên li ser Ofîsên Encûmana Niştimanî ya Kurdî li hirêmên Kurdî ji aliyê PYD ê ve, dide xuyakirin ku ev ne partiyeke siyasî ye.
Îsa tekez kir ku PYD li gor ejindeyên rêjîmên Sûriya û Îran û Iraqê kar dike, û li dijî berjewendiyên Kurdan dixebite li hemû parçên Kurdistanê, û “girtina hevalên ENKSê û êrîşên bi bumbeyên molotof li ser Ofîsên Encûmanê û radestkirina gundewarê Minbicê bo rêjîmê piştî ku xwîna bêtir ji 1000 xortî rijand, diyar dike ku PYD di tewşiyek mezin de ye”.
Her wiha Îsa bal kişand ku partiya ku bacê bi zorê bistîne û zarokên xelkê birevîne û leşkeriya neçar ragihîne û li gor ejindeyên biyaniyan kar bike, jê re nayê gotin partiyek Kurd e, ji ber ne li gor berjewendiyên gel dixebite
Îsa nîşan da ku PYD ê herêmên Kurdî ji xelkên wê vala kirine û Ev daxwaziya rêjîma Esed bû ku piraniya gelê kurd koçber bibe, û PYD ê pêk anî ma çi xizmet ji vê mezintir heye?
Di dawiya axftina xwe de Mihemed Elî Îsa da zanîn ku pêşeroj ya ENKS ê ye, û PYDê dê biçe û ewê nikaribe cihê xwe di pêşeroja Sûriyê de bibîne.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê