Tora Sûrî Ya Mafên Mirov got ku li tevaya Sûriyê 331 kes hatine kuştin, bi sedema binpêkirinên agirbestê ji aliyê Rijêmê ve, herwiha diyar kir ku piraniya kuştiya sivîl in.
Tora Sûrî ya mafên mirovî di heştemîn raporta xwe de ya derbarê binpêkirinên di navbera 30 çileyê pêşî û 28ê reşemeha bûrî de, kuştina 325 sivîlan û 107 zarokan û tevlî zarokekî di malzaroka dayîka xwe de û 56 jin û 6 çekdarên opozisyonê dîkoment kiriye, ku piraniya wan bi destê hêzên Rijêmê hatine kuştin.
Herwiha di raportê de hatiye ku 533 binpêkirin hatine tomarkirin, û bal kişandiye ku “piraniya binpêkirinên heta niha hatine belgekirin li ser destê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê yên palpiştên wê hatine pêkanîn “, û ligor dîtina raportê ku ev herdu alî yên herî zerermend in ji her rêkeftineka siyasî ya bi armanca dîtina aştiyek sertaserî re li Sûriyê.
Di raportê de hatiye ku piraniya binpêkirinên Rijêmê li parêzgeha Hema bûn bi 123 binpêkirinan û paşî parêzgeha gundewarê Şamê bi 77 binpêkirinan.
Herwiha têde 60 binpêkirin li ser destê hêzên Rûsiya hatine kirin, ji wan 40 li Idlibê û 16 li Heleb û 3 li Hema û binpêkirinek li Der’a.
Tora navhatî daxwaz ji Rûsiya kiriye wek aliyekî gerantorê agirbestê, ji bo bikaranîna fişaran li ser rijêma Beşar û Îranê û neçarkirina wan li ser pabendiya bi tekestên rêkeftinê, yanjî wê çarenivîsa agirbestê têkşikestin be, ligor gotina tora navhatî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat