Rêkxistina Daişa Tirorist Genimê imbarkirî yê li dev xwe firot desthilata Beşar, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê vê dibîne tekeziyek ji peywendiya navbera herdu aliyan û “binpêkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê, yên derbarê zuhakirina jêderên tiroristiyê.”
Rêkxistina “Dêra Zorê 24” got ko “Rêkxistina Daiş genimê enbarkirî yê li depoya bajarokê El’işra li ser rêya Hesekê-Dêra Zorê firotiye bazirgan (Husam Qatircî)”, û destnîşan kir ko Qatirçî peywendiyên wî bi berpirsiyarên rêjîma Esed re hene “, û herdû alî jî rê jê re hêsan dikin da genim derbasî herêmên di bin kontrola rêjîmê de bike.”
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan got: “peywendiyên bazirganî hêj berdewam in, ev mijar berpirsiyariyine mezin dide ser milê Encûmena Ewlekariyê tako biryarên xwe yên bi kesên piştgiriya tiroristiyê dikin cîbicî bike” .
Navê Qatirçî (cigirê di parleman de) di gelek operasiyonên firotina petrola xam ya ko Daiş ji zeviyên betrolê yên Dêra zorê derdixîne hatiye,û peywendiyên wî yên bazirganî bi Partiya Yekîtiya Dîmuqratî û milîtanên wê yekîniyên parastinê re hene.
Vekolînin rojavayî di demeke berê de diyarkiribûn ko peywendiyên bazirganî di navbera rêjîmê û daiş de hene. Rojnameya “wol strît cornal” belgehin guhastin gava kuştina serpereştê Daişê yê wek wezîrê wan ê betrolê dihate dîtin yê bi navê Ebû Seyaf di gulana 2016ê de destnîşan kir ko peywendî di navbera herdu aliyan de hene, û dora 40 milyon dolarê Emerîkî sûdeyê digihîne rêkxistina Daişa tundrew.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî