Komîta lêkolîna navdewletî îro di daxuyaniyekê de da zanîn ku ew êrîşa esmanî ya li dijî Heyva Sora Sûrî li Idlibê di heyva reşemeha bûrî de bi firokên Sûriya û Rûsiya yên ku bi mebest ew tawan pêk anîn, tawaneka şer dît.
Komîteyê armanckirina karwanê Heyva Sor li Idlibê bi karekî bi mebest ji aliyê firokên Rijêmê yan yên Rûsiya dît, û bal kişand ku êrîşên firokên Rijêmê yên hevşan ligel firokên Rûsiya digehêjin asta “tawanên şer”.
Hêjayê gotinê ye ku karwanekê Heyva Sor A Sûrî li nêzîk bajarokê Orom Elkubra li gundewarê rojavayê Heleb ji aliyê firokên Rûsiya hatibû armanckirin, bi zêdetir ji 25 êrîşên esmanî ligel avêtina çend bermîlên teqîner li ser navçeyê, û 12 şehîd têde ketin û piraniya wan ji tîma Heyva Sor bûn.
Tê zanîn ku Omer Berekat rêveberê navenda Heyva Sor û hejmarek ji karmendên Heyva Sor di wê êrîşê de şehîd ketin, tevlî bombebarankirina nêzîkî 20 barhilgirên alîkariyan û ambarên Heyva Sor li gundewarê Idlibê.
Heyva Sor di daxuyaniyekê de derbarê heman bombebarankirina karwanê alîkariyan tekez kiribû li ser giringiya rêz bête girtin li tabloyên Heyva Sor û karmendên wê da ji bo karibin bi karê xwe yê mirovî rabin, û herwiha êrîşên berdewam li ser navend û karmendên Heyva Sor li Sûriyê şermezar kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat