Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku Carek din civaka navdewletî li pêşiya berpisyariyên cîbicîkirina biryarên xwe ye, nemaze biryara 2118 ya girêdayî bi sizakirina çi aliyê ku wan çekan bikar bîne, an veguhêze, an çekên kîmawî li Sûriyê embar bike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku raporên Saziyên Qedexekirina Çekên Kîmawî berpirsyariya rijêma Esed di ber hejmarek ji binpêkirinan de diyar kiriye, û derewên rijêmê û Rûsiya derbarê tuhmetbarkirina hêzên şoreşê bi bikaranîna çekên kîmawî eşkere kirin.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê got ku tevî binpêkirinek bi tenê bese ku rijêm bandorên biryara 2118 disepîne hilbigre, lê îro em li pêşiya belge û raporên corbrcor û serbixwe û pisporên ku wê berpisyariyê tekez dikin, ne di ber bikaranênekê bi tenê de, lê belê di ber bi dehên carên ku rijêmê biryarên Encûmena Ewlekariyê û di pêşî de biryara 2118 binpê kiriye.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku encamên rapor û lêvegeran tekez kirin ku terror yek e, û rijêm û rêxistina Daişê bi hev ve girêdayî ne, û hevbeşiya sereke di nav wan de terror e.
Û Hevbendiyê got ku her derengman di sepandina yasaya navdewletî û biryarên Encûmena Ewlekariyê de, dê bibe sedema binpêkirin û tewanên bêhtir, û paş re bêhtir rapor derkevin, di dema bêkêriya navdewletî yaku dighê asta ku dest ji rewaya navdewletî bête berdan ji aliyê kesên ku divê siponserê wê bin.
Û di daxwiyaniya xwe de Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlekariyê ya navdewletî û Netewên Yekbûyî xwest ku berpisyariyên xwe derbarê tewanên rijêmê dijî gelê Sûrî dibin hilgire, û çareya siyasî bisepîne.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûr