Serokê Hevbendiya niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtinek li gel akadîmî û rojnamevanin Tirkiyê li baregeha Hevbendiyê li bajarê Stanbolê li dar xist, û bi wan re behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê, her weha doseya penaberên Sûrî li Tirkiyê û sedemên rasteqîn yên ku hiştine ew li dewletên derdora Sûriyê bimînin, kir.
Û di civatê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Herdû Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo û Ruba Hebûş û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û Endamê Desteya Giştî Yosif Mehlî amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya gel û Hikûmeta Tirkiyê li ser mêvandarî û guhdana sûriyan kir, û tekezî li ser rola Tirkiyê ya giring di berevaniya di ber mafên gelê Sûriyê de di saziyên navdewletî de kir, û bal kişand ser ku tiştê ku Tirkiyê derbarê sûriyan kiriye dê di hişê nifşên dahatî de bimîne.
Û Elmislit tekez kir ku têkliyên me bi Tirkiyê re pir baş û erênî ne, û got ku berî demekê biryara girtina ofîsa Serokê Hevbendiyê ya li Enqerê hate sitandin, li gorî nirxandin û temîniya Hevbendiyê, ji bo kêmkirina xerckirina diravî, û bal kişand ser ku ew biryar ji saziyê derket, ne wek ku hin aliyên dixwazin têkliya me bi Tirkiyî re xirab bikin dibêjin.
Û bal kişand ser ku Tirkiyê bi melyonan Sûrî hewandin, lewra Hevbendiya Niştimanî û tevaya saziyên wê yên cîbicîkar kar li ser dabînkirina vegera ewle û ji ber xwe ve bo sûriyan dikin, û got ku tiştê ku bûye asteng li pêşiya wê mijarê, derengiya pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê û guhertina rijêmê ye, daku saxlemiya tevaya kesên vedigerin bête parastin.
Û Elmislit bal kişand ser ku niha deverên rizgarkirî ji pêşwazîkirina penaberên ku dixwazin vegerin re ne amade ye, ji ber ku hewcedarî bi rêvebiriyeke sivîl a yekgirtî û xurtkirina rola Hikumeta Sûrî ya Demkî heye, daku bi vî erkî rabe, û karibe rewşa jiyanê û xizmetkariyê çak bike. Û got ku Hevbendiya Niştimanî bi awayekî herdemî li deverên rizgarkirî ye, û endamên Hevbendiyê jî bi awayekî berdewam bi serdan û gerên meydanî radibin, daku rewşê ji nêz de bişopçnin û li pêdviyên nişteciyan û derdeseriyên wan guhdarî bikin.
Û diyar kir ku niştecî li deverên rizgarkirî derdeseriyên mezin dikşînin, ji encama bombebarankirina rijêm û hevalbendên wê, û operasyonên teroristî yên rêxistina PKK ya terrorist, û kêmbûna mezin di dahat û keresteyan de.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bizavê ji bo sivikirina barên li ser milê Tirkiyê dike, di riya xurtkirina Hikumeta Demkî û bihêzkirina hemû saziyên cîbicîkar li deverên rizgarkirî û parastina nişteciyan ji êrîşên teroristî, ji bo vegera ewle û ji ber xwe ve ya penaberan dabîn bike.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pabendiyê bi çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2018 û 2254 dike, û bal kişand ser ku lawazî û bêkêrî di cîbicîkirina biryarên navdewletî de heye.
Û diyar kir ku roleke Tirkiyê ya berçav di fişarên ji bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 de hebû, û paşdemana navdewletî nehişt ku bi serî bibe, û daxwaza hilgirtina berpisyariyê bo hilanîna vê rijêmê ji tevaya dewletan kir.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Istêfo, li ser pirosesa siyasî û gera heftemîn ya Komîteya Destûrî a ku niha li Cinêvê li dar dikeve axivî, û tekez kir ku tiştekî nû tune ye, û got ku rê bi temamî di vî warî de hatine xetimandin.
Û Istêfo got ku encamên gera heftemîn wek yên berî wê ne, û got ku Hevbendiya Niştimanî ti encamên berçav û rasteqîn di dawiya vê gerê de texmîn nake, û tekez kir ku rêya Komîteya Destûrî ya Sûrî berdewam e, lê Hevbendiya Niştimanî bi carekê pişta xwe pê girênade.
Û Istêfo bal kişand ser ku helwestên sist yên civaka navdewletî ji êrîşkirina Rûsiya li ser Sûriyê, destûr da Botîn ku êrîşî Okranya bike.
Û cext kir ku gelê Sûriyê li kêlek gelê Okranya ye, û ew bi agirbestê û parastina yekîtiya xaka Okranya re ye, û got ku rijêma Esed hevparê Rûsiya ye di dijminkariya li ser Okraniya de, çi di riya dengdana bo berjewendiya Rûsiya di Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî re be, an di riya leşkerî û şandina milîsan ji bo Ii kêleka Rûsiya şer bikin re be.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Hebûş diyar kir ku gelê Sûriyê ji neçarî warê xwe berda, û ji ber stemkariya leşkerên rijêma Esed û tirsa ji kuştina li ser destê hêzên Rûsî û milîsên mezhebî yên Îranî reviya, û got ku gelê Sûriyê derdeserî û dijwariya penaberiyê kişand, û wateya cengê zane, û naxwaze ku tiştê bi serê wan hatiye bi serê çi gelê cîhanê were.
Û bal kişand ser ku doza girtî û windayên bi kotekî li Sûriyê me bi şev û roj xembar dike, û ti çare jêre tune ye, ji ber ku cidîbûn ji hêla civaka navdewletî ve bo dîtina çareya ku derdeseriyên sûriyan rawestîne tune ye.
Û li ser giringiya berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovahî bo hewcedaran axivî, û tekez kir ku bikarînana rewşa mirovî weke kaxezekê ji bo sepandina fişarên siyasî, bi carekê nayê pejrandin.
Û Hebûş got ku Hevbendiya Niştimanî bizavê bo bilindkirina asta karînên jina Sûrî û misogerkirina hebûna wê di cihên çêkirina biryarê de di hemî waran de dike, daku jina Sûrî di avakirina û pêşeroja Sûriyê de beşdar be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî