Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres kir, û têde daxwaza qewtandina rijêma Esed ji Netewên Yekbûyî û tevaya saziyên navdewletî kir, û piştgiriya xwe ji biryara Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî ya derbarê dijminkariya Rûsiya li ser Okranya re anî ziman.
Û Elmislit rawestana gelê Sûriyê ya tam li kêleka gelê Okranya bi rayedar û miletê wê ve anî ziman, û cext kir ku tiştê Rûsiya pê radibe binpêkirine ji serweriya dewleteke serbixwe û endam di Netewên Yekbûyî de, û ewlehiya gelê wê yê aram yê gunehê wî tenê ku dixwaze bi azadî û demoqrasî bijî wêran dike.
Û Elmislit bal kişand ser ku tiştê îro Rûsiya li Okranya dike, ji heft salan de li Sûriyê dike, çimkê piştgiriya rijêma Esed di armanckirina bazar û deverên nişteciyan û nexweşxane û firnan de kir, û bi dehên hezaran ji mirovên bêguneh kuştin, û bi melyonan Sûrî koçber kirin.
Û tekez kir ku gelê Sûriyê û yê Okranyayê rûbirûyî dijminekî hevbeş dibin ew jî Rûsiya ye, û tekez kir ku gelê Sûriyê napejrîne ku bibe hevparê tawankariyên Rûsiya dermafê gelê Okranya.
Û Elmislit got ku weke nûnerê rewa yê gelê Sûriyê, em tekez dikin ku gelê Sûriyê bi awayekî vebir êrîşkariya Rûsiya li ser Okranya red dike, û bi carekê napejrîne ku beşdariyê di pevçûnên li ser xaka Oranya de bike, û tekez kir ku ti kesê Sûrî yê bi ser şoreşê ve beşdariyê di cenga dijî Okranya de nake.
Û diyar kir ku operasyonên leşkerkirinê yên ku rijêma Esed pê radibe, daku wan bişîne ji bo ku li kêleka hêzên Rûsiya di dijminkariya dijî Okranya de beşdariyê bikin, tenê weke cîbicîkirina beşar Esed ji fermanên Filadîmêr Botin re ye, daku li ser kursiya desthilatê bimîne.
Û Elmislit dengdana rijêma Esed dijî pirojeya ku Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li xwe girtiye derbarê gunehbarkirina dijminkariya Rûsiya li ser Okranya şermezar kir, û got ku ev helwesta pîs bi erêkirina êşrîşa rijêma Rûsî li ser Okranya û terora dijî Okraniya pêk tê, li gorî xwezaya rijêma Esed û kiryarên wê yên dermafê gelê Sûriyê ye.
Û cext kir ku rijêma Esed ne rewa ye, û nûnertiya Sûriyê û gelê wê di civakên navdewletî de nake, û tekez kir ku çênabe ku dengdana rijêmê di Netewên Yekbûyî de dijî gunehbarkirina êrîşa Rûsiya, nûnertiya gelê Sûriyê bike.
Û Elmislit di nameya xwe de, daxwaza vegera li binyat û gewhera pirosesa siyasî li Sûriyê kir, di riya vexwendina ji bo gereke nû ji gerên danûstandinê di heman dema berdewamiya karên Komîteya Destûrî de, ji bo ku tevaya bendên biryara 2254, nemaze avakirina Desteya Hikumdariya Veguhêz, gengeşe bikin.
Û daxwaza avêtina pêngavin cidî ji aliyê Netewên Yekbûyî ve kir, ji bo piştgiriya veguhastina siyasî ya rasteqîn li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumena Ewlekariyê 2118 û 2254 û biryarên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî nemaze biryara 67/262.
Û tekezî li ser danîna mîkanîzmin nû bo pêşdebirina karê Komîteya Destûrî ya Sûrî di nav çarçoveyeke demî ya hemû alî pabendiyê pê bikin kir.
Û bal kişand ser ku pêwîst e doseya serbestberdana girtiyan deynin pêşiya her tiştî, û piştgiriya Artêşa Niştimanî bibe, daku karibe berevaniyê di ber sivîlan de bike û wan ji rijêma Esed biparêze.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî