Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziya xwe derbarê pêngavên erênî yên berve vegerandia têkloyên biratî di navbera Dewletên Kendava Erebî de bo ku wek berê vegerin anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de pesna xebatên girîng ên ku rayedariya şareza ya Dewleta Kuwêtê li ser rola wê ya berçav di gihîştina vê serkeftina ku gelên kendavê û tevaya gelên erebî bendewarê bûn da.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku astengiyên ku roja îro rastî me tên avakirina kutleyên hevkariyê dixwaze, daku ji karînên xwe sûdê bibînin û wê karînê bikin xizmeta gelên xwe de.
Û got ku di vê qonaxa movikî û girîng de, û di rûbirûbûna astengiyên pir ên herêmî û navdewletî de, hevkarîya kendavî û erebî û herêmî pêwîstiyeke û berdêl jêre nîne, û ew dergeheke bo qonaxeke nû daku derî li pêşiya gelên deverê veke, û pêşkeftin û aramiya civatên wê misoger bike.
Û Hevbendiya Niştimanî careke dî tekez kir ku gelê Sûrî çavlirêyê kartêkerkirina helwesteke erebî ye derbarê doza sûrî, û piştgiriya mafên sûriyan, û sepandina guvaşên pêwîst bo pêşdebirina rêya çareya siyasî li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî