Endamên Komîteya Diyalogê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek bi amadebûna Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Uqab Yehya li dar xist, û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û danîna mîkanîzmên nû bo pêşxistina karê komîteyê daku armancên xwe pêk bîne gengeşe kirin.
Û amadebûyan nirxandinek berfireh ji karê komîteyê re ji destpêka damezrandina wê di sala bûrî de çêkirin, û hevdîtinên şêwirdarî yên ku komîteyê li gel beşekî berfireh ji cûrbecûr cihêrengên gelê sûrî li dar xistine di nav tevgera giştî yaku Hevbendiya Niştimanî pêk anîne bo xurtkirina diyaloga niştimanî û pêşxistina nerîna xwe ya siyasî li gorî wê berçav kirin.
Û Uqab Yehya tekezî li ser girîngiya karê komîteyê û pêwîstiya berdewamiya wê bo çespandina diyaloga pişikdarî û pêşxistina gotara niştimanî kir, û bal kişand ser girîngiya kar li ser xurtkirina diyaloga niştimanî li deverên rizgarkirî û deverên di bin kontirola rijêmê an deverên di bin kontirola milîsên PYD yên terorîst de ji ber ku ew perçeyek ji pirosesa çaksaziyê ya berfireh e di Hevbendiyê de, yaku dibe di encamê de kongirekî şêwirdarî niştimanî pêk were, ji ber ku ew gewhera pirosesa çaksaziyê ye.
Û Yehya careke din tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî kar li ser pişikdariya ku pê bang dike kir, û got ku ew ji karên pêşeyî ye û hewcedarî karekî mezin û çalak e, û hevrêzkarî û pêwendiya di navbera tevaya pêkhatan de ye, her weha vekirina derî li pêş nerînên dîtir e, daku bighînin nerîna siyasî ya hevbeş ya alîkar di pêkanîna hêviyên gelê sûrî de bo azadî û rûmet û demoqrasiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî