Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Wezîrê Derve yê Dewleta Kiwêtê Elşêx D. Ehmed Nasir Elmihemed Elehmed Elcabir Elsibah kir, û têde pesna rola welatê wî ya girîng di lihevhatina dewletên kendavê de da, û hêvî kir ku Kiwêt rolekê mîna wê di gihîştina çareya siyasî bo pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê de li Sûriyê bilîze.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser rola giring a Dewleta Kiwêtê di civaka navdewletî û ya erebî de û xebat û helwestên wê yên pirensîpî bo bilezkirina dîtina çareya siyasî ya berfireh li Sûriyê li gorî pêkanîna berjewendî û daxwazên gelê Sûrî kir, her weha vegerandina aramiyê bo deverê bi temamî ji ber ku çareya siyasî ya tam ew tenê dê rawestandina derdeseriyên gelê me misoger bike.
Û Elherîrî xoşhalî û pêşwaziya xwe bo pêngavên erênî yên ku hatine sitandin berve vegerandina têkliyên biratî di navbera Dewletên Kendava Erebî de ku wek berê vegerin anî ziman, û pesna xebatên girîng yên ku serkirdayetiya şareza ya Dewleta Kiwêtê û rola wê ya berçav di gihêştina vê serkeftina ku gelên kendavê û tevaya gelên erebî hêvî dikir da, û tekezî li ser rola diplomasî ya pêşeng a Dewleta Kiwêtê yaku ti carî di karê li ser çareserkirina nakokiyan û dabînkirina aştî û aramiyê li deverê bi hemû şêweyên gengaz dereng nemaye kir.
Û Elherîrî got ku li ser vê riyê Hevbendiya Niştimanî hêvî dike ku Dewleta Kiwêtê roleke diplomatîk a girîng di piştgiriya xebatên Netewên Yekbûyî û Nûnerê Taybet Bo Sûriyê Gere Pederson bilîze, daku bighînin çareya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên pêva girêdayî nemaze biryara 2254 ya sala 2015 û biryara 2018 ya sala 2013.
Û Elherîrî minetdarî û spasiyên xwe bo Hikûmeta Kiwêt li ser guhdana wê bi doza Sûrî û piştgiriya wê bo gelê sûrî di warê siyasî û mirovahî û yasayî û nemaze di doseya lêpirsîna tewanbarên cengê yên ku komkujî dermafê gelê sûrî pêkanîne pêşkêş kir, û daxwaz ji Kiwêtê kir ku piştgiriya helwestên erebî derbarê doza sûrî çalak bike, û piştgiriya mafên gelê Sûrî bike, û fişarên pêwîst bo pêşdebirina rêya çareya siyasî li sûriyê bisepîne, da hêviyên gelê Sûrî di azadî û dadwerî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî