Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê, pêşwaziya şandek ji çalakvanên parêzgeha Dêra Zorê kir, û li nerînên wan derbarê rewşê û girîngtirîn pêdviyên xelkê parêzgehê guhdarî kir, û pilana karê Hevbendiya Niştimanî û pêşhatên pirosesa siyasî ji wan re diyar kirin.
Û di hevdîtinê de Emîndarê Giştî Abdulbasit Abdulletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî, Riyad Elhesen, û Endamê Desteya Siyasî Ebdellah Gedo û Endamê Desteya Giştî D. Cewad Ebû Heteb amade bûn, û ji aliyê çalakên parêzgeha Dêra Zorê ve kesayetin leşkerî ji xelkê parêzgehê yên di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de û nûnerin Kombenda Koçberên Dêra Zorê, û hejmarek ji çalakvanên di warê mafnasî û rojnemevaniyê de dixebitin amade bûn.
Û endamên şandê pêşwaziya pêngava ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye di veguhastina karê xwe bo deverên rizgarkirî kir, û endamên şandê tekez kirin ku ew tişt dê di çakkirina asta rêvebiriya van deveran de beşdar be, ew jî di riya temamkirina karê Hevbendiyê li gel dezgehên cîbicîkar.
Û rayedarên leşkerî li ser rola xelkê parêzgeha Dêra Zorê di pefçûnên rizgarkirinê û yên Elqelemon û Idlib û operasyonên Mertala Ferat û Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê de axivîn, û tekezî li ser piştgiriya tam bo pilana Hevbendiya Niştimanî di avakirina kolêja cengê ya bi ser Wezareta Bergiriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de ji bo derçûna efser û rêzên efseran û li ser pêwîstiya bilezkirina di kontrolkirina saziyên leşkerî de kirin.
Û nûnerên Kombenda Koçberan li ser dijwariyên ku rastî karê wan tên û pêdviyên koçberên xelkê parêzgeha Dêra Zorê axivîn, û daxwaza desttêwerdana Hevbendiya Niştimanî ji bo dîtina çareseriyên guncaw derbarê pirsgirêkên ku xelkê parêzgehê tûşî wan dibin kirin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser dawîtrîn pêşketinên pirosesa siyasî û bipaşxistina rijêma Esed û redkirina wê heya niha ku bi awayekî cidî tevlî pirosesa siyasî bibe pêşkêş kir, û dît ku sedem jî ew e ku viyana navdewletî bo dîtina çareya siyasî li Sûriyê li gor daxwiyaniya Cibnêvê û biryara navdewletî 2254 tune ye.
Û Elherîrî li ser pilana karê Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî axivî, û soz da ku dê li ser daxwazên xelkê parêzgeha Dêra Zorê kar bike, û astengiyên rastî karê rêxistin û kombend û desteyên nûnertiya wan dikin çêdibin rake.
Û amadebûyan li ser rabûna şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi serdaneke şopandiniyê li ser cihên niştecîbûnê yên taybet bi xelkê parêzgehê li deverên rizgarkirî li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî