Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî li baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê ya gundewarê Helebê, pêşwaziya Şandek ji Kombenda Kurdên Serbixwe ya Sûrî kir.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgira Serok Ruba Heboş, û Endamên Desteya Siyasî Salim Elmislit, Yesir Elferhan û Ebdilmejîd Berekat û nûnerin Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve amade bû.
Û Şandê Kombenda Kurdên Serbixwe Ji Mihemed Elî Isa, Azad Osman, Riyad Îbiş, Ebdilmenan Hebîb, Hikmet Mihemed, Îbrahîm Mustefa, Edhem Selman û Mehmod Şêx Seydî pêk dihat.
Û Elherîrî şiroveyek li ser gotara niştimanî yaku Hevbendiya Niştimanî berî demekê dest pê kiriye pêşkêş kir, û tekezî li ser bihêzbûna têkliyan di navbera hevbendiya niştimanî û kombendê kir, û girîngiya van têkliyan tevî ku hêj nû ne û nûnertiya kombendê di wan dezgehan de sîmbolî ye jî, ew dikeve xêza pirojeya niştimanî yaku armanca wê ruxandina rijêmê û avakirina dewleta hevwelatbûn û azadiyê ye.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî cextî li ser karê pêşxistina vê têkliyê û xurtkirina wê di riya lidarxistina hevdîtin û çalakiyên hevbeş re kir, û bal kişand ser pêwîstiya behiskirina nasnameya sûriyê ya hevbeş, û girîngiya lidarxistina kargehên berdewam di vî warî de.
Û Elherîrî pesna helwest û kar û rola Kombena Kurdên Serbixwe ya Sûrî da, di riya karê ofîsa aştiya xelkê re, yaku pirsgirêkên xelkê bajarê Efrînê çareser dike.
Û şanda kombendê xweşhaliya xwe li ser vê hevdîtinê anî ziman, û tekez kirin ku ew dê dergehê lidarxistina hevdîtinin din û çalakiyên pêşerojê yên hevbeş li deverên rizgarkirî be.
Û endamên şandê li ser karê kombendê li Efrînê di riya ofîsa aştiya xelkê re, yaku li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera nişteciyên li bajêr de rûdidin dixebite, her weha rola kombendê di riswakirina tewanên milîsên PYD û alîkariya niteciyên efrînê yên qurbaniyên terora rêxistina PKK ya terorrist bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî