Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pêşwaziya şandekê ji Desteya Xebatê ya Rêxistina Karê Awarte ya Sûrî li Amerîka û Rêxistina M.Night Shimlan kir, û bi wan re behsa pêşhatên meydanî û rewşa siyasî û giringiya rola Revendên Sûrî li Emerîka di piştgirîkirina doza Sûriyê û gihandina dengê wê bo raya giştî kir.
Û di civînê de Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yê Karûbarên Derve Ebdulehed Istîfo, û Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat û Rêveberê Cîbicîkar yê Rêkxistina Karê Awarte ya Sûrî Mu’az Mustefa û endamê Desteya Cîbicîkar Jerry Adams û çalakvanê Sûrî Omer Elşigrî û Cîgirê Serokê Rêxistina Knight Shimlan D. Bhavana Shimlan, û tîmek ji Rêxistinê amade bûn.
Û amadebûyan giringî dan dosyeya girtiyan û pêwîstiya xurtkirina hevkariyê ji bo berdewamkirina fişaran li ser Rûsiya û rêjîma Esed bo serbestberdana girtiyên di girtîgehên rijêmê de û eşkerekirina çarenivîsa binçavkiriyên kotekî.
Û amadebûyan li ser yasaya Qeyser û sizayên li ser rêjîma Esed axivîn, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya van sizayan kirin, û ku nehêlin rêjîma Esed û hevkarên wê bi hîlebazî sizayan bêencam bikin.
Û di civînê de li ser rewşa kampa Elrukban û dorpêçkirina bi salan ji aliyê hêzên rêjîmê û alîgirên wê ve li ser hatiye ferzkirin axivîn, û cextî li ser pêwîstiya kar bo bidawîkirina dorpêçê û gihandina alîkariyên mirovî û pizîşkî yên bilez ji nişteciyan re kirin.
Û Amadebûyan giringiya guhdana deverên rizgarkirî û piştgirîkirina xelkên li wê derê dijîn û bilindkirina asta xizmetguzariyan û çakkirina rewşa jiyanê û nûnertiya wan bi awayekî rast û wekhev di nava Hevbendiya Niştimanî de gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve Omer Elşixrî, tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî aliyê siyasî yê ku nûneratiya Sûriyê dike ye, û bal kişand ser pêwîstiya ku Hevbendî bi rola xwe ya berevaniya di ber dozên sûriyan de û karê xwe yê hewldanên gihiştina çareya siyasî yaku hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de bicî bike bişopîne.
Û Amadebûyan li ser pêwîstiya lidarxistina civînên mehane yên rolane bo şopandina dozên hevbeş û berdewamkirina hevkarî û hevrêziyê bo xizmetkirina Sûriyan û pêkanîna daxwazên wan li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî