Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dît ku pêşwaziya tawanbarê cengê Beşar Esed ji hêla Îmarata Erebî ya Yekbûyî ve bûyereke nû û metirsîdar e, û derketina derveyî biryarên Komkara Erebî ye, û binpêkirin e ji sizayên navdewletî re, û weke xelatekê ye bo Esed li ser tawanên wî, û sivikatî bi xwîna milyonek pakrewanê Sûrî ye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnemevanî de bal kişand ser ku vê Serdana di dema salvegera vêketina şoreşa Sûriyê û bîranîna yekemîn pakrewanê ku ji hêla rijêma Esed ve hatiye kuştin tê, û cext kir ku ev pêngav bêtir bêhurmetbûnê ji vîna gelê Sûriyê û qurbaniyên wî yên biha re yên bi dirêjiya 11 salên bûrî di cenga li gel rijêma tawanbar û sponserên wê diyar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku gelê Sûriyê ne bendewar bû ku çi dewleteke bira vî tawanbarî hembêz bike, an bixwaze wî bi ser bixîne.
Û Hevbendiya Niştimanî ji Îmarata Erebî ya Yekbûyî daxwaza ku helwestên xwe serrast bike, û pabendiyê bi helwestên erebî û navdewletî yên dûrkirina rijêma tawanbar bike, û têkliyan pêre normal neke, û wê ji nû de nede pêş, kir.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Pêşwaziya tawanbar Beşar şaşiyeke mezin e divê jê haydar bin, û em tînin bîra wan ku pejrandina rijêma Esed tê wateya pejrandina tawanên wî, ji ber ku wî nîvê gelê Sûriyê koçber kir, û welat wêran kir, û sînorê welêt ji milîsên terrorist re vekirin, nemaze milîsên Îranê yên ku bombeyên wan gihiştine dewleta îmarat bi xwe, di riya armanckirina wê bi mûşekan bi awayekî dubarekirî ji hêla milîsên Hûsî yên terorist yên bi ser Îranê ve.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku Dewleta Îmarata Erebî piştgiriya gelê Sûriyê kir, û helwestên wê yên cihê şahnaziyê di saziyên navdewletî û şermezarkirina rijêma tawanbar de hebûn, û tekez kir ku ji wê tê xwestin ku vegere helwestên xwe yên resen, û li kêleka gelê Sûriyê di daxwazên wî yên mafdar de raweste, û ji rijêma şerkar a Beşar Esed û tewerê şerkar: rijêma Îranê, dûr bikeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî