Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa li rex hejmarek mezin ji endamên Hevbendiya Niştimanî û Rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî, beşdarî di xwepêşandanên bajarê Mariê li gundewarê Helebê bi boneya bîranîna yazdemîn a şoreşa Sûriyê kirin.
Û di xwepêşandanan de bi sedan ji xelkê şoreşê yên ku sirûdên şoreşê û diruşmên wê bilind hildane beşdarî kirin, û tekezî li ser pêgiriya wan bi şoreşê ta rûxandina rijêma Esed û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de kirin.
Û li kêlek xwepêşandanan hejmarek ji çalakiyên sivîl lidar ketin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku îro ez di nav xelkê xwe de me, di nav şoreşgerên ku hîn li ser soz û peymanên xwe ne de me, li bajarê Mariê li Sûriya azad, û got ku em tev bi hev re dijî zordar û tundrewan dengê xwe radikin, û ji bo azadiyê bang dikin, û tekez kir ku şoreşa Sûriyê berdewam e ta daxwazên xwe pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî