Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Peymana Şoreşa Sûriyê bo Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî di nav çalakiyên bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî ya pîroz li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê îro derxist.
Û di rûniştina derxistina peymanê de Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî û Cîgira Serok Ruba Hebûş û Endamên Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Mihemed Yehya Mektebî û hejmarek ji Endamên Hevbendiyê û hejmarek ji mamosteyên zanîngehê û berpirsên xwendekaran û nûnerin Yekîneya Piştgiriya Jinê û Piştgiriya Aramiyê û parezêr û mafnas amade bûn.
Û Elherîrî di peyva xwe ya di destpêka rûniştinê de, tekez kir ku şoreşa sûriyê ne ji bo guhertina rijêmeke siyasî bi rijêmeke dîtir rabû, lê ew rabû bo avakirina sîstemeke nû, ya ku rewatiya wê ya cemawerî hebe, û li ser rewatiya destûrî û dewleta yasayê û şopandina ji aliyê gel ve ava be, ne li ser rewatiyeke sexte û lîstina bi vîna milet be.
Û Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş û Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Winda û Girtiyan, Yasir Elferhan, naveroka peymana ku han dide li ser rûbirûbûna stemkariya desthilatan û zordariya hukumdaran berçav kir, li gel pêbaweriya bi mafên suriştî yê gelan ta serkeftina maf û azadiyan, da tevaya lawên welêt bê cudahiya li ser bingeha nijadî an olî an rengî an regezî mafên xwe bistînin.
Û rûniştineke gengeşiyî li ser peymana ku ji çar beşan pêk tê li dar ket, û beş jî ev in: Mafên kesayetî, maf û azadiyên sivîlan û yên siyasî, maf û azadiyên aborî û civakî û misogerkirina parastina maf û azadiyên giştî, û tê zanîn ku peyman ji 33 rûpelan û 25 beşan pêk tê.
Û giringiya vê peymana ku Hevbendiya Niştimanî derxistiye ew e ku li ser gewhera şoreşa gelê sûrî diaxive, û behsa daxwazên azadî û dadwerî û jiyana di hembêza dewleteke demoqrat de dike, yaku dê rûmet û hevwelatîbûnê bo tevaya lawên wê misoger bike, û li ser dabînkirina derfetên afrandin û geşepêdanê bixebite.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî