Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdana baregeha berevaniya sivîl li gundewarê bakurê Helebê kir, û bi helkefta dehemîn salvegera îmzekirina peymana damezrandina Berevaniya Sivîl a Sûrî (Kumspiyan) pîrozbahî ji wan re pêşkêş kirin.
Şanda Hevbendiya Niştimanî ji sekreterê desteya siyasî Ebdilbasset Ebdulletîf û endamên Hevbendiya Niştimanî Necîb Rehmûn, Basil Xinêm û Atif Zirêk pêk dihat.
Di hevdîtinê de, Ebdulletîf tekezî li ser rola giring a Berevaniya Sivîl di rizgarkirina jiyana sivîlan de kir, di dema bombebarana hovane ya hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser deverên sivîlan û xebat û qurbanîdana wan di van salên dirêj de bilind nirxand.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, nameyeke serbilindî û şahnaziyê ji xwebexşên Berevaniya Sivîl a Sûrî re şandibû, û piştgiriya tam ji xebata wan a awarte re ji bo xizmeta gelê Sûtiyê yê hîn jî derdeseriya rijêma Esded û piştgirên wê dikşîne diyar kiribû.
Herwiha wêrekiya qehremanên Berevaniya Sivîl bilind nirxand, û ew bi “firişteyên dilovaniyê” binav kirin ku amade ne canê xwe bikin qurban ji bo rizgarkirina sivîlên bêguneh.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî