Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Balyozê Herdem yê Erebistana Siûdî yê nû li bal Netewên Yekbûyî D. Ebdilezîz Kurê Mihemed Ewlasil kir, û hêviya serkeftinê jêre di xizmeta welatê wî û dozên erebî û îslamî yên hevbeş de xwest.
Û Elmislit tekezî li ser rola giring û bibandor ya Erebistana Siûdî di civînên erebî û navdewletî de kir, û rêza xwe ji çalakbûna berdewam ya Riyadê di piştgiriya Sûriyan de li ser hemû astên mirovî û siyasî anî ziman, her weha xebata bêwestan ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya berfereh li Sûriyê daku berjewendî û daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, û tirajîdiyên ku têde dijî bidawî bike, û aramiyê bo tevaya deverê vegerîne.
Û Elmislit helwêstên Erebistana Siûdî yên piştgiriya doza Sûrî û têkbirina pîlanên ku hewl didin têkliyan bi rejîma Esed re asayî bikin bilind nirxandin, û tekezî li ser giringiya rola siyasî û dîplomatîk ya Siûdiyê kir, ya ku dikare dosya çareseriyê li Sûriyê bilivîne û çareseriya siyasî ya tam li gorî ragihandina Cinêvê û biryarên pêwendîdar ên Netewên Yekbûyî bi taybetî biryarên 2118 û 2254 pêk bîne.
Û Elmislit nameyek arasteyî Nûnerê Berê yê Siûdiyê Balyoz Abdullah Elmu’ellimî kir, û têde spasiya helwêstên nemir û gotinên wî yên wêrek di civînên Encumena Ewlekariyê û civînên Komeleya Giştî de kir, yên ku têde tiştê ku di dilê sûriyan de aniye ziman, peyvên ku rastiya tiştên ku li Sûriyê dibe veguhest.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî