Û endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hafiz Qerqot tekeziya Hevbendiya Niştimanî li ser tevgera xelkê me li Siwêda û tiştê ku di daxwiyaniya ku ji aliyê tevgera gelêrî ve derketiye wek daxwazên mafdar û dadwer bo xelkê Siwêda kir.
Û Qerqot daxwaza pêwîstiya tevgereke navdewletî bo cîbicîkirina biryarên navnetewî û bidawîanîna azarên gelê Sûrî û serbestberdana tevaya girtiyan û avakirina Sûriya nû û dewleta azad û dadmend û demoqratîk bo tevaya xelkê Sûriyê kir.
Û Xelkê parêzgeha Siwêda daxwiyaniyek bo raya giştî birêkirin û têde daxwaza dadgehkirineke navdewletî bo rijêma Esed û tevaya sembolên wê kirin, ji ber ku rijêma qirkirinê ye û tawanên dijî mirovahiyê pêk anîne û çekên kîmawî dijî taxên sivîlan bikar anîne, û bi awayekî rêbazkirî di bin îşkenceyê de bi dehên hezaran girtî kuştine.
Û xelkê Siwêda bersiva rijêma Esed û helmeta alîgirên wê ya rojnemevanî ya dest pê kirine dan, yaku têde tevgera Siwêda a gelêrî û sade yaku derbirîna êşa tevaya Sûriyan kiriye, bi pîlaneke cîhanî ya nokera Îsraîlê tuhmetbar kiriye, û têde tekez kirin ku ne ji mafê kesê ku dijî gelê Sûrî yê bêçek xiniziyên mezin kirine ye ku gel û nemaze xelkê Çiyayê Elerreban xwediyên rûmetdarî û serfiraziyê bi girêdanên bi derve ve tuhmetbar bike.
Û daxwiyaniyê dît ku rijêma Esed bi xwe xiniz û pêlangêrê yekemîn e li gel rijêma Îranê dijî Sûriya û deverê, û got ku rijêma Esed bi tenha serê xwe berpisyariya afrandina cengên mezhebî û gurkirina nakokiyan û perçekirina umetê di xizmeta pirojeyên kolonyaliyê de hildigre.
Û xelkê Siwêda di daxwiyaniya xwe de tekezî li ser çarenûsa xelkê Sûriyê ji bakur ta başûr û ji rojava ta rojhilatê wê kirin, û di daxwiyaniyê de ji birayên ereb û dewletên azad bi hemû gel û rayedaran daxwaza cîbicîkirina biryarên navdewletî û di serî de biryara 2254 kirin, û ku divê ajotina tawanbarên cengê di rijêma Esed de ber bi dadgehên navdewletî de pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî