Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, piştgiriya xwe ji derbeyên Emerîkî yên asmanî re li ser firokxana Elşû’eyrat li gundewarê Humsê diyar kir û daxwaz kir ko ew derbe berdewam bin heta ko rêjîma Esed birûxe.
Û Hevbendiyê di daxuyaniyekê de îro înê got ku ew: “ piştgiriya birêveberiya serokê Emerîkî Donald Tiramp û hawarhatina bi qîrîna milet û zarokên Sûriyê ve dike, her weha dilxweşiya xwe diyar dike ji daxwaza wî ya ji bo pêkanîna hevpeymaneke navdewletî ji cîhana pêşketî da li dijî rêjîma paşketî û kujer raweste û wê bi dawî bike, û çareseriyeke siyasî dadwer feriz bike û şerê hêzên tiroristî bi hemû coreyên wan ve wek rêjîm û milîtanên wê berdewam bike.”
Hevbendiyê tekez kir ko ew “piştgiriya xwe ji derbeyên Emerîkî yên li ser firokxana Elşû’eyrat ya ko firok jê derketin û tawankariya cengê ya bi bikaranîna çekên kîmawî li dijî zarokên milet li Xan Şêxûn pêk anîn diyar dike, û dibêne ko ew destpêka nameyên Emerîkî ye, ko cara yekem e gotin û kiryar dibin yek ji bo sizakirina tawankar, û ev kar guherînek e di helwesta Emerîkî de bi derbasbûna wê ji mijara Sûrî re û rênedana wê ji rêjîmê re da tawankariyên xwe û bi bikaranîna çekên kîmawî berdewam bike, berevajî birêveberiya berê.“
Hevbendiyê bal kêşand ser ko ew lêdan “namayeke xurt bû ji parêzvanên rêjîmê û piştgirên wê re bi taybetî Îran û Rûsya ji bo nema bi çarenivîs û xwîna Sûriyan bileyizin, û nema hewil bidin Sûriyê kontrol bikin. Û Emerîka rê nade ko yasaya navdewletî binpê bibe, û guh neyê dan li biryarên navdewletî, û kirdeyên tiroristî di derheqê sivîlan û zarokan de pêk werin.”
Her weha Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de berpirsiyariya ko welat ketiye ber nîrê dagîrkeriyê û wêraniyê da ser milê rêjîmê û hêvî kir ko ev helwest berdewam be û qedexekirineke asmanî pêk bê û bingehên balafirên leşkerî yên ko rêjîm wan ji amanckirina sivîlan re bikar tîne bêbandor bibin, ji bo hemû tawankariyên rêjîma Beşar û hevalbendên wê dikin bidawî bibin, û çareserkirina siyasî ya ko derdê miletê Sûrî bidawî bike misoger bibe. Û serê rêjîmê û mezintirîn simbolên wê tu rola wan têde tune be, û alîkariyê bikin ji bo wan ji dadgeha tawankariyên navdewletî re pêşkêş bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî îro ji milet xwest ko bi yek bin, û yek aniya siyasî û leşkerî û gelî pêk bînin, tako beraberiya tiroristiyê bi hemû coreyên wê ve bikin, û karekî jidil bikin ji bo rêjîma tawankar û zordar û mezhebî birûxînin û rêjîmeke dîmuqrat û piralî pêk bînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî