Firokên Rijêmê rabûn bi bombebarankirina wargehên artêşa azad li Çiyayê Dikoyê li navçeya Qelmûna rojhilat ya li gundewarê Şamê, ku berî çend rojan ji çeteyên rêxistina DAIŞê hatibû rizgarkirin, û fermandarekî artêşa “şêrên rojhilat” got ku ev bombebarankirin dikeve di xizmeta rêxistina tundrew de.
Û ji aliyê çalakvanan girtevîdiyoyek belav bû li ser dîmenên bombebarankirinê, û têde gotibûn ku ew vîdiyo dîmenên îro ne yên bombebarankirina wargehên şoreşgeran li çiyayê Dikoyê ji aliyê firokên Rijêmê.
Herwiha ku hêjî şer di navbera hêzên artêşa azad û çeteyên rêxistina DAIŞê de li navçeyê berdewam in, û heman fermandarî bal kişand ku “êrîşên firokên Rijêmê li ser çeperên me ne yê yekmîn in, her ji destpêka şerê me li dijî DAIŞê”, û balkişand ku ev êrîş dikevin di xizmeta DAIŞ de“.
Û şerên artêşa azad ji 18 adara 2017 an destpê kir û têde artêşa azad kariye carek din navçeyên Tîs û Sîs û Mekhol û Elseb’i û Elbeyar û Zaza û bendava Rîşê û hin xalên nêzîk kontrol bike, ku ev xal dikevin di navçeya Elhemad ya Sûrî de.
Herwiha gelek xalên stratîjîk li zincîra çiyayê Elefah’î li çiyayê Qelemûna rojhilat hatin rizgarkirin, piştî şerên dijwar li çend demjimêran li dijî rêxistina DAIŞê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat