Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Tişawiş Oglo daxwaza bidawîkirinke bilez ji serê rijêmê Bişar Esed re kir, û Oglo got ku pêwîst e hikumeteka vegehûz bête dirustkirin, û herwiha piştgiriya xwe nîşan da li hember êrîşa Amerîka ya bi mûşeka li ser firokxaneyeka hêzên Rijêmê.
Duhî Tişawiş Oglo li bajarê Alaniya daxuyanî ji bo rojnemevanan dan û bi rengek zîndî daxuyaniyên wî hatin weşandin û got ku “pêwîst e bi zûtirîn dem hikumdariya Rijêmê bi dawî bibe”, û got ku “heger Esed nexwaze bar bike, heger hikûmetek veguhêz peyda nebe, û heger Rijêm ma berdewam di pêkanîna tawanên dijmirov de, wê demê pêwîst e pêgavên pêwîst bên standin ji bo bidawîkirina wê”.
Oglo bal kişand ser ku avakirina navçeyek aram bo sivîlan di dema niha de ji her demekê din giringtir e, ji ber baredox û sedemên niha.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan destxweşî li êrîşên Amerîka yên li dijî baregeheke asmanî ya Sûriyê kir, û ew wek guhertinek giring da zanîn û got: lê ew bi tenê têrê nake û pêwîst e “pêgavên cidî” bêne avêtin ji bo parastina gelê Sûriyê.
Erdogan di kombûneka cemawerî de li herêma Hatayî li başûr Tirkiyê got “em wê lêdanê dibînin pêgavek erênî û hestyar li dijî tawankariyên Rijêma Esed yên di derheqê gelê Sûriyê yê bêguneh de, lê hevdem bal kişand ku ew bi tenê têrê nake û Erdogan got: “dem hatiye bo standina pêgavên rasteqîn ji bo parastina gelê Sûriyê yê bêguneh ji hovîtiya Rijêmê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat