Hevbbendiya Niştimanî ya Sûrî, xelkê parêzgeha Deraa landika şoreşê, yên ku duh pênşemê alên şoreşa sûriyê di bîranîna dehemîn ya şoreşê de li pêşiya mizgefta Elumerî bilind hildane û rojên şoreşê yên berê vegerandine silav kir, û bi rêzgirtineke mezin pêşengên pakrewanên şoreşa sûriyê Husam Eyaş û hevalên wî Mehmod Cewabra, Eyhem Elherîrî, Munzir Elmisalme û Raêd Elekrad bibîr anîn.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de got ku birêketina xwepêşandanên şoreşgerî li bajarê Deraa yê ku têde rabûna şoreşa sûriyê dijî rijêma stemkar hatiye ragihandin, û têde tekezî li ser mafê xuristî yê gelê sûrî di xebata ji bo azadî û demoqrasî û dewleta sivîl de kiriye, yaku diyar kiriye ku buhara Erebî birastî gihiştiye welatê me.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê got ku di vê bîranîna pîroz de, em li pêşiya qurbaniyên qehermanên Deraa û pêdariya wan ya bi dirêjya deh salan di rûwê stemkar û tewanên wî de bi rêzgirtinî radiwestin.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku qehremanên Deraa dizanin ku divê şoreş berdewam bike, û ji bilî serkeftinê, berdêl li pêşiya gelê sûrî tune ye, ta bighêjie avakirina dewleta hevwelatiya yeksan û serdariya yasayê, dewleta ku rêzê li hemû gel û pêkhatên xwe bigre.
Û di daxwiyaniyê de hat ku Azadîxwazên sûriyê îro li kêleka xelkê Deraa û qehremanên wê radiwestin, û tevgera wan ya şoreşgerî ya berdewam û pêdarî û xwepêşandanên wan dijî rijêmê di her boneyekê de, û li her bajar û her taxekê ji taxên Horanê û gundewarê Qunêtirê li ser derketina di rûyê rijêmê û tewanên wê de silav dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Xelkên Deraa ya landika şoreşê û pakrewan û girtiyên azadîxwaz û jinên rûmetdar û ciwanên wê û têkoşerên wê û peyayên wê yên qehreman, nimûneyên mirovê sûrî yê azad in, û berê û hîn jî hilgirên xetîra şoreşê ne, û xwedanên meydan û qadên wê ne, û em ê ji pêmayên gernasî û hêrsdarî û kultûra wan nifiş li dû nifiş vexwin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî