Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, beşdarî di çalakiya ku Yekîtiyên Şoreşgerên Helebê û Kombenda Serbixweyên Kurd li dar xistine ya ku beşek jê çandina 300 darên zeytûnê li gundê Martê li gundewarê Efrînê ye kir.
Û Cîgira Serok Ruba Heboş û Endamên Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Yasir Elferhan û Herdu Endamên Desteya Giştî Ehmed Bekora û Necîb Elrehmon û hejmarek ji çalakvan û mafnas û rojnemevanan di wê çalakiya ku bi boneya bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî li dar ketiye, beşdar bûn.
Û Elherîrî spasiya Yekîtiya Şoreşgerên Helebê û Kombenda Serbixweyên Kurd kir, û pesnê helmeta çandina darên zeytûnê yên pîroz li Efrîna xweş da, û got ku ez xweşhalim ku min beşdarî di vê helemeta ku di nav çalakiyên bîranîna dehemîn ya şoreşa sûriyê ya gewre de tê kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî