Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hişyariya derketina qeyraneke nêzîk li nav beşekî berfireh ji Sûriyan dide, bi taybetî li nav koçber û derbideran, piştî kêmkirina berdewam ji alîkariyên mirovî yên Netewên Yekbûyî re, û ragihandina pirograma xwarinê ya cîhanî (WFP) ku dê pêşkêşkirina alîkariyên xwarinê yên hejmarek ji bernameyên bingehîn li seranserî Sûriyê di heyva kanûna paşîn a bê de bidawî bibe, ji ber kêmbûna perepêdanê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe ya derbarê ragihandina pirograma xwarinê ya cîhanî ji bidawîhatina pêşkêşkirina alîkariyên xwarinê re bo çend pirogramên bingehîn li sûriyê de, tekezî li ser pêwîstiya dîtina mîkanîzmeke navdewletî ya nû kir, ji bo çareserkirina rewşa mirovî ya têkçûyî ya ku Sûrî têde dijîn, nemaze ên di kampên derbiderî û penaberan de, bê ku cudahî hebe û dûrî çi bikaranîna siyasî, û bi awayekî misoger bibe ku alîkarî bighêjin tevaya sûriyên hewcedar.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser ku di dema ku Hevbendiya Niştimanî spasiya welatên alîkar dike, tekez dike ku pêwîst e ew erkên xwe li hember Sûriyan bi cih bînin û alîkariyên mirovî yên zêdetir pêşkêş bikin, ji bo dabînkirina hewcedariyên ku bi hatina zivistanê re zêdetir dibin, û malbat nema karin li hember pêlên sermayê û encamên erdheja 6ê sibata par ya ku bandora wê hê jî li ser gelê Sûriyê heye li ber xwe bidin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku dergehê derketina ji qeyranên mirovî yên li pey hev ên ku rijêma Esed ji Sûriyê re diafirîne ew e ku veguhestineke siyasî pêk were û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û 2118 (2013) bi temamî cîbicî bibin, bi awayekî ku alîkar be di bidestxistina çareseriyeke domdar ji kirîza mirovî re, û hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne û wê berve qonaxeke piştî Esed û giheştina dewleta azad, demokrat, piralî û jiyaneke bi rûmrt de bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî