Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilmecîd Berekat, serdana encûmena xwecihî li Cerablusê kirin, û bi rûsipiyên deverê û xwiyayên wê re civiyan û bi wan re astengiyên xizmetguzarî û debara jiyanê li deverê gengeşe kirin.
Û Serokê Hikûmeta Demkî li ser pêngavên ku Hikûmetê avêtine bo piştgirîkirina deverê bi riya pirojeyên xizmetkarî yên nû re û berdewamiya di cîbicîkirina pirojeyên heyî de û karê li ser xurtkirina geşepêdana domdar da ewlehî û aramî pêk were axivî.
Û Mustefa şiroveyek derbarê tiştê ku Hikûmeta Demkî dike ji bo xurtkirina aramiya aborî û piştgiriya çandiniyê û çakkirina asta jiyanê pêşkêş kir, û Şande bi gereke şopandinê li ser pirojeya Saziya Berhemdanê ya Çandinê û Samanê Ajelan rabû û li qonaxên cîbicîkirina pirojeyê temaşe kir.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilmecîd Berekat tekezî li ser giringiya piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û bihêzkirina saziyên wê ji bo rêvebirina deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser ku hilanîna rewayê ji ser rijêma Esed bi xurtkirina Hikûmeta Demkî û saziyên wê dest pê dike.
Û bal kişand ser ku plana Hevbendiya Niştimanî giraniyê dide kar li ser beşê siyasî di rêya ku jinûde giringiyê bidin dosya Sûrî, û beşê xizmetguzarî yê girêdayî piştgirîkirina deverên rizgarkirî û saziyên wê ji bo başkirina rewşa wan saziyan.
Û Şande bi hevaltiya Wezîrê Berevaniyê Hesen Hemade bi serdaneke şopandinê li ser leşkergeh û xalên aniyên şer û serkirdeya firqeya yekemîn û firqeya nehan ji feyleqê duyem di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de rabûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî