Wednesday, May 21, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Rûniştineke Taybet bi Sûriyê di Platforma Dewha de Dike

December 11, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Serokê Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Rûniştineke Taybet bi Sûriyê di Platforma Dewha de Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra duh roja yekşemê, beşdarî di rûniştina teybet bi Sûriyê ya wek beşekî ji karên xola 21’ê ji Kombenda Dewha de kir, û rûniştin dê bi amadebûna Serokên Dewletan û rêxistinên herêmî û navdewletî be û du rojan berdewam bike.

Û rûniştin di bin navê Vekolîna Rêyên Çareseriya Qeyrana Sûriyê de hat, têde li kêlek Serokê Hevbendiya Niştimanî şanderê navnetewî bo Sûriyê Geir Pedersen, Şandera Fransa Brigitte Curmi, Şandera Brîtanya Anne Snow û lêkolîner Charles Lister wek rêvebirê civînê beşdar bûn.

Û rûniştinê dît ku dem hatiye ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ji doza Sûriyê re, û beşdaran tekez kirin ku gelê Sûriyê rûbirûyî astengiyên mezin di vê heyama dirêj de bûye, û sivîl rastî tundiyeke metirsîda hatin, di nav de bombebarankirina berdewam û dorpêçkirin û êrîşên kîmawî hebûn, ev jî bû sedema jidestdana jiyana mirovan û wêrankirinna mezin ya jêrxaneyê û xanî û nexweşxane û dibistanan.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra di civînê de got ku rijêma Esed hemû çareserî û destpêşxeriyên ku ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî li Sûriyê hatin pêşkêşkirin asteng kirin, û bal kişand ser ku ev rijêm li ser qeyranan dijî û wan diafirîne û hewl dide ku wan bihêle, da ku hebûna xwe ya di desthilatdariyê de rewa bike.

Û Elbehra diyar kir ku daxwiyaniya Cinêvê ya ku di sala 2014an de hatiye ragihandin, planeke zelal ji bo çareseriyê pêşkêş kir, lê rijêmê red kir ku guh bidiyê an pabendiyê bi wê bike û di danîna astengiyan de li pêşiya her çareseriyê berdewam kir, û cext kir ku heger civaka navdewletî fişarê li rijêma Esed neke, ew dê di serhişkiya xwe û pevçûn û cenga li dijî gelê Sûriyê de berdewam bimîne.

Û Elbehra tekez kir ku çareseriyeke domdar li welêt pêk nayê, eger daxwazên gelê Sûriyê li ber çav neyên girtin, ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ber bi sîstemeke demokrat ve ku dadmendiyê û koçkirina rijêmê pêk bîne, û tiştê ku li Deraa û Siwêdayê çêdibe wek mînak diyar kirin û got ku rijêma Esed dikare li ser desthilatdariyê bimîne, lê Sûriyê wek dewlet têk çûye û dibe ku hilweşe.

Û Elbehra hişyarî da û got ku heye qeyrana mirovî li Sûriyê bibe bobelateke rastîn, piştî ragihandina Pirograma Xwarinê ya Cîhanî ya Netewên Yekbûyî derbarê pirograma kêmkirina alîkariyên xwe li seranserî welêt, û ji civaka navdewletî xwest ku rêyekê bibîne da ku nehêle birçîbûn û bobelata mirovî çêbibe, û got ku ji bo piştgirîkirina hawarçûnê li Sûriyê pêdiviya me bi alîkariya civaka navdewletî heye.

û Şanderê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen cext kir ku pêwîstî bi destwerdana bilez a navdewletî li Sûriyê heye û bal kişand ser ku proseya siyasî gihiştiye rêyeke girtî.

Û Pedersen hêviya xwe anî ziman ku rewşa niha di zûtirîn dem de were guhertin, û hişyarî da ku eger ev yek pêk neyê, em ê derfeteke din ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê bi awayekî danûstandinî ji dest bidin, û bal kişand ser giringiya ku piroseya siyasî di nav aliyên Sûrî de bi sponseriya navdewletî ji nû de dest pê bike.

Ji aliyê xwe ve, Nûnera Fransa bo Sûriyê, Brîjît Cormî, tekezî li ser pêwîstiya wergirtina piştevaniya siyasî û hevkariya navdewletî yên berfirehtir ji bo bidawîkirina tirajîdiya Sûriyê ya ku ji sala 2011an ve berdewam e kir, û pêkanîna mîkanîzmayên bibandor ji bo misogerkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî û berpisyariya rijêmê di ber reva ji van biryaran nemaze piştî ku proseya siyasî gihişte rêyeke girtî, her wiha daxwaza peydakirina çareseriyan kir, ji bo danûstandina li gel rijêma ku her çareyeke ku lihevkirin derbarê wê hebe paşguh dike.

Û Şandera Brîtanî bo Sûriyê Anne Snow tekez kir ku Krîza Sûriyê bi dawî nebûye û hîn jî berdewam e, û rewşek mirovî ya lezgîn heye divê li ber çav bê girtin, di rêya dabînkirina alîkariyên mirovî yên bilez ên pêwîst ji Sûriyên ku ji ber cengê ziyan dîtine re, bi taybetî li bakurê rojavayê welêt.

Û Snow bal kişand ser wê yekê ku kirîza Sûriyê ketiye sala xwe ya sêzdehan, û bandorên wêranker li ser gelê Sûriyê hiştin, ji ber ku bû sedema mirina bi sedên hezaran, derbiderî û penaberiya zêdetir ji 13 milyonan, û wêraniyeke berfireh di binesazî û aboriya Sûriyê de çêkir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Platforma Dewha
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî û Serokê Desteya Danûstandinê li Gel Nûnerê Navdewletî yê Taybet bi Sûriyê Dicivin

Serokê Hevbendiya Niştimanî û Serokê Desteya Danûstandinê li Gel Nûnerê Navdewletî yê Taybet bi Sûriyê Dicivin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.