Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs, civînek li gel Nûnerê Navdewletî yê Taybet bi Sûriyê Geir Pedersen roja yekşema bûrî li rex beşdariya wan di karên xola 21’emîn a Platforma Dewha de li dar xistin, û pêre behsa pêwîstiya aktîvkirina piroseya siyasî ji bo rizgarkirina rewşa têkçûyî li welêt kirin.
Û amadebûyan berdewamiya astengkirina rijêma Esed ji piroseya siyasî re ya ku dibe sedema dirêjkirina cenga wê li dijî gelê Sûriyê û derdeseriyên sûriyan zêde dike, nemaze li gel ragihandina pirograma xwarinê ya cîhanî ku ew dê dana alîkariyan di heyva şubata bê de rawestîne gotûbêj kirin.
Û tekezî li ser metirsiya nebûna fişareke navdewletî ya cidî bo destpêkirina piroseya siyasî ya ku dê di cîbicîkirina biryara 2254’an de bi awayekî tam û danîna sînorekî ji xerabûna rewşa mirovî û ewlehî re li Sûriyê alîkar be hate kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî