Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî Hadî Elbehra û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs civînek li gel Nûnera Birêtanî bo Sûriyê Anne Snow duh roja duşemê li rex beşdariya wan di karên xola 21’emîn a paltforma Dewha de li dar xistin, û pêre behsa dawîtirîn pêşketinên piroseya siyasî li Sûriyê kirin.
Û di civînê de tekezî li ser giringiya rola Birêtanî di piştgiriya gelê Sûriyê de û piroseya siyasî ta bighêjin çareya siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254an kirin, da ku daxwazên gelê Sûriyê di avakirina dewleta azadî û dadmendî û yasayê de pêk werin.
Û di civînê de tekezî li ser metirsiya mana rewşa Sûriyê bêyî çi tevgerke cidî ji aliyê civaka navdewletî ve di pêşdebirina piroseya siyasî de li gor biryara 2254 hat kirin, û Elbehra hişyarî da ku qeyrana mirovî li Sûriyê dê bibe bobelatek ji ber berdewamiya paşguhkirina navdewletî ji doza Sûrî re, û tekez kir ku ti çareyên mirovî ji kirîzanên mirovî re nînin, ji ber ku kokên wan û sedemên wan siyasî ne, Ji ber vê yekê divê danûstandin li gor van sedeman bên kirin, û çareserî jêre di rêya piroseya siyasî re werin danîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî