Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hedî Elbehra û yê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs, li gel Rêvebirê Balyozxaneya Sûrî li Qeterê D. Bilal Tirkiyê û hejmarek ji endamên Revenda Sûrî li wê derê civiya, ew civîn li kêlek beşdariya wan di karên xola 21’emîn a Pilatforma Dewha de bû, ya bi amadebûna serokên dewletan û rêxistinên herêmî û navdewletî du rojan dirêj kir.
Û herdû serokan nimûneya serketî ya ku Balyozxane di warê xizmetkirina civaka Sûriyê de li wê derê pêşkêş dike bilind nirxand, û amadebûyan pêşhatên rewşa meydanî û siyasî di dosya Sûriyê de gotûbêj kirin, û Elbehra behsa serdana xwe ya bo curbecur deverên rizgarkirî û hevdîtinên ku bi berpirsên saziyên xizmetguzarî û cîbicîkar û nûnerên yekîtî û sendîka û komeleyên koçberan re pêk anîne kir, û tekezî li ser rola her kesî di hevkariyê de ji bo pêşxistina bakurê Sûriyê û guhertina ketwar ji bo vegerandina guhdana navdewletî bi dosyeya Sûriyê kir.
Û Elbehra cext kir ku rawêjkariya di navbera sûriyan de ramanan dewlemend dike, û zanyariyên wan derbarê dawîtirîn pêşketin û hevdîtinan û girîngtirîn astengiyan, derfetê dide pêşniyriyên çareseriyê ji bo bicihanînê bi alîkariya her kesê xwedan şiyan ê dilxwaze.
Û li ser hewldanên Desteya Danûstandinê ya Sûrî bo livandina civaka navdewletî û nûçalkirina piroseya siyasî bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî karûbarê Sûrî û di pêşî de her du biryarên 2118 û 2245 axivîn.
Û tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya bizavên sûriyan li herderê bo xizmeta doza Sûriyê hat kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî