Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, hişyariyê dide ji metirsiya berdewambûna rêjîma Esed di siyaseta mikurnehatina bi hejmara rasteqîn ya kesên bi Vîrosa Korona ketine li seranserî welêt, û tekez kir ku ev siyaseta ku rêjîm ji deh salan de dimeşîne, wê welêt berve helakê bajo.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku fişaran li rêjîma Esed bike, daku hejmara rasteqîn a kesên bi Vîors ketine eşkere bike, û girtiyên di zîndan û girtîgehên şaxên ewlekariyê de derxîne, yên ku hevbendî dibîne ku ew “ji ber korona li pêşiya metirsiya qirkirineke komelî ne”.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku “rêjîma Esed bêtar û penceşêra Sûriyê ye” û got ku ” ji dema gihîştiye desaletê , ew siyaseta înkarkirina her tiştekî bikar tîne”.
Û bal kişand ku rêjîm ta niha hebûna xwepêşandanan û tevgera cemawerî û xwestekên azadî û rûmetê red dike, û mandel dike ku wê bajar û avahiyên giştî û navendên bijîşkî bordoman kirine, û çekên kîmawî bikar anîne, û bisedên hezaran girtî di zîndanên wê de hene, û pîstirîn pirosesên îşkencekirina ta mirinê dermafê wan kirine, û îro jî belavbûna Vîrosa Korona li tevaya deverên di bin kontirola wê de û nemaze li şamê û laziqiyê red dike.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku agahiyên meydanî yên gihîştine wan tekez dikin ku Vîros bi şêweyeke mezin belav bûye, û êdî kontirolkirina vî derdî zor e, ew jî ji ber ku sînor li pêşiya Milîsên Iranî û Libnanî vekirirî ye, ew welatên ku Vêros di wan de pir heye, û endamên wan Milîseyan li tevaya welêt belav bûne, bi ser de jî biserneketina karûbarên veqetandin û cudakirina civakî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku rewşa mikurnehatinê ya berdewam, tekez dike ku rêjîm hîn sûre li ser pêkanîna tewanên mezin dermafê gelê Sûriyê, yê ku bi bela rêjîmê ketîye, û diyar kir ku hevbendî xebatê dike ji bo ku gelê Sûriyê ji vê bela ku ji deh salan de li ser sîngê wan pal dayî rizgar bibe, ya ku welat gihandî vê rewşa niha tê de, ji ber mana wî bi kursî ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî