Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku ji aliyên dixwazin piştgiriya çareseriyê li Sûriyê bikin divê tevaya karînan têxin xizmeta çareseriya siyasî de, û xwest astengiyên li ser xakê derdikevin nehêlin, û nehêlin rêkeftinên veberhênanê û yên xizmetguzariyê û rêvebirinê li gel milîsên PYD an çi milîs an rêxistinên terorîstî yên din ên ku dest datînin ser xakê li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk werin.
Û Hevbendîya Niştimanî di daxuyaniya xwe de ya duh derketî de, got ku ev rêkeftin metirsiyê li ser yekbûna xaka Sûriyê û serweriya wê peyda dikin, herweha ziyanê dighînin kêşeya Kurdî wek kêşeyek niştimanî.
Û Hevbendîya Niştimanî cext li ser nedana derfetan bo rêxistinên terorîstî yên ecindeyên wan ne niştimanî ne kir, da derfetên berfirehkirin û mukumkirinê nebînin, di riya çarçovinan re ku nakokin li gel helwestên nûavakirina Sûriyê, ya ku divê bi çareseriya siyasî ya giştî ve girêdayî be.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got ku Helwestên neberbihev derbarê pêkhateyên vê rêxistina terorîstî ji hêla hejmarek ji dewletan, binpêkirin e ji yasayê re û gef e li ser ewlekariya deverê, herweha ev helwest nameyên şaş dide terorîstan li her deverê, û helwesta piransîbî ya ku divê hemû alî derbarê terorê û rêxistinên terorîstî pê pabend bin tevlîhev dike.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku çi gavên tên avêtin an jî rêkeftin û lihevkirinên aliyên derekî bi van rêxistinan re pêk tînin, redkirî û nerewa û neyasayî ne, û got ku ew ne bi aliyekî ku nûnerê gelê Sûriyê ye yan bercewendiyên wî diparêze re ye, ne li ser asta xwecihî ne jî navdewletî, ne li ser rûpelan ne jî di çarçova yasayê de, tevlî rêkeftinên rêvebirina samanên niştimanî an jî yên derbarê serweriya Sûriyê û mafên gelê wê.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji tevaya rêxistin û dezgehên navdewletî û aliyên navnetewî yên kartêker kir, ku helwestin ji dil derbarê metirsiya van rêkeftinan û yên wek wan bistînin, û van gavên ku terorê mukum dikin protesto bikin, û metirsiya wan ya mezin li ser aştiyê û yekbûna Sûriyê û deverê berçav bigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî