Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pirotestokirina xwe ya tam ji çi bêhurmetkirina ku ji asîmanê Sûryê re ji aliyê kê ve be anî ziman, nemaze bombebarana dagîrkerê Îsraîlî ya berdewam li ser deverên cûrbecûr li navçeyên Sûriyê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de duh got ku rijêma tewankar di ber vê yekê de ji ber ku wê serweriya Sûriyê bênirx kiriye berpirsyar e, û dît ku wê rê daye Îrana dagîrker ku Sûriyê ji xwe re bike meydana dijminkariya navdewletî û herêmî.
Û Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku ev ketwar nayê bidawîkirin ne di riya vegerandina serweriya Sûriyê û azadiya gelê wê re be, her weha avakirina sîstemekê ku hêviyên sûriyan pêk bîne û deranîna Îranê û tevaya milîsên bi ser ve ji yekîneyên terrorist ên bi navên wan ên corbecor ji ser tevaya xaka niştiman.
Û Hevbendiyê bal kişand ku her dem rijêm dagîkeriya Îsraîlê ji beşekî ji xaka Sûriyê re dike behane da rewşa awarte li ser gelê Sûriyê bisepîne û astengiyan jê re derbixe û azadiya wî jê bistîne û mafên wî talan bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî