Hevbendiya Niştimanî milîşeyên PYD yên terorîst di ber tewankariyên dûbarekirî yên li devera rojhilatê Sûriyê çêdibin berpirsyar dibîne, ji ber ku ew desthilata defakto ye û dest daniye ser deverê, û ji ber lîsteya wê ya dagirtî bi kuştin û terorkirin û işkencekirin û girtin û koçberkirinê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de got ku ev bêserûberiya ewlekarî û kuştina dibe, armanc jê ew e ku serê xelkê tevlîhev bikin da nema guh bidin tiştê li deverê dibe, wek guhertina demografî û destdanîna ser samanên welat û koçberkirin û siyasetên nijadî yên dibin, û pirbûna girtinê û leşkrtiya neçar.
Û Hevbendiyê got ku Çênabe ev pirosesên kuştinê ji rewşa giştî bên cudakirin, nemaze di dema pirbûna bîntengbûna xelkê yên ku rêbazên xwendinê yên adyolojîk ên ku wan milîsan ferz kirine ret dikin, û retkirina giştî ji rêkeftinên petrolê re yên ku dixwazin dest deynin ser samanên deverê û xelkên wê jê bêpar bikin.
Û tekez kir ku pirosesên kuştinê li devera rojhilat ji Sûriyê di vê dema dawî de, bûne wek diyardeyekê, û hejmarek ji xwiyayî û rûsipiyên eşîrên Ereban di wan pirosesan de hatine armankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî