Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rêşûna dadweriya Fransayê ya ku têde yadnameya girtinê dermafê Serokê rijêmê Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed û hin alîkarên wan derxistiye, bi tometa bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan, di sala 2013an de, li bajarê Dûmayê û devera Gûtaya rojhilat li gundewarê Şamê, bilind nirxand, ji ber ev rêşûn prensîba rizgarnebûna tawankarên tawanên cengê diçesipîne.
Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya bicîanîna dadweriyê ji qurbaniyên Sûriyê re kir, bi rêya aktîvkirina riya dadmendiyê û dadpirsîna navdewletî dermafê rijêma Esed û sembolên wê, ji ber berpirsyariya wan di ber pêkanîna tawanên cengê û tawanên li dijî mirovatiyê dermafê gelê Sûriyê de.
û Hevbendî bizavên rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl di warê pêkanîna dadwerî û cîbicîkirina yasayê û peyketin û dadpirsîna tawankarên cengê û yên li dijî mirovatiyê dermafê sivîlên bêguneh li Sûriyê bilind nirxand.
Û daxwiyaniyê daxwaza pêwîstiya rakirina van dosyan bo Dadgeha Tawanên Navdewletî kir, bi riya biryara ku ji Encûmena Ewlekariyê li gor mîkanîzmayên ku ji Peymana Netewên Yekbûyî derketiye dabîn dike, da nehêle dewletên têkildarî nakokiyeke destnîşankirî bin, di dengdana li ser pirojeyên biryarên taybet bi wê nakokiyê beşdar bibin kir, û eger ew yek nepêkan be, ew nehiştin dê bi biryarekê ji Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî li gor mîkanîzma Yekîtiya ji bo Aştiyê be.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku encamên lêkolînên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, û encamên lêkolînên komîteyên serbixwe û bêalî, berpirsyariya rijêma Esed di ber êrîşên bikaranîna çekên kîmawî dijî sivîlan li deverên curbicur ji Sûriyê piştî derxistina biryara Encûmena Ewlekariyê jimar 2118 (2013) diçespîne.
Û Hevbendiya Niştimanî ji Encumena Ewlekariyê xwest ku tiştê di biryarê de hatiye derbarê dubarekirina bikaranîna çekên kîmawî û dubare vekolîna rêyên cîbicîkirina wê tevî standina rêşûnên li gor beşê heftem ji peymana Netewên Yekbûyî cîbicî bike, ji bo pêkanîna dadweriyê û vegerandina mafan ji qurbaniyan û malbatên wan re li Sûriyê.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî