Endamên desteya siyasî û berpirsên nûnertiyên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê yên li paytextên Eweropa û welatên Erebî, rewşa bobilatî ya li bajarê Helebê gengeşe kirin, û têde sikirtêrê giştî yê Hevbendiyê Ebdulîlah Fehid cext li ser pêwendiyan ligel rêxistinên xwecihî û navdewletî kir, ji bo sivikirina derdeseriyên koçberên bi neçarî hatine koçberkirin.
Di civîna endamên desteya siyasî bi berpirsên balyozxane û nûnertiyan re, ya bi armanca pêşxistina pêwendiyên derve, Fehid got ku nabe parastina berjewendiyên Rûsiya di Sûriyê de bi rêka kuştuna xelkê Sûriyê be, û daxwaza rawestandina bombebarankirinê kir, wek di tekestên biryarên navdewletî de yên girêdayî bi rewşa Sûriyê ve hatiye, ji ber ku Rûsiya beşek sereke ye di derxistina her biryarekê de, û Hevbendiya Niştimanî “ofîsa pêwendiyên derve” ragihand, ji bo bicihkirina xalên pilana serokatiyê , ya ji bo berferhkirina kar li gor derfetên berdest, ji bo şopandina pêşhat û guherînên herêmî û navdewletî, û dezgehkirina karê Hevbendiya Niştimanî ligor armancên şoreşa Sûriyê.
Û cîgirê serokê Hevbendiyê Ebdulehed Êstêfo, cext li ser giringiya bizavên siyasî yên qonaxa bê kir, ya wê li ser binyatê pêwendiyan di navbera Hevbendiya Niştimanî û nûnertî û nivîsîngeh û balyozxaneyên wê de avakirî be, û di wê civînê de endamên Ofîsa Pêwendiyên Derve yên Hevbendiyê û ligel nûnerên balyizxaneyên wê û bi tevlîbûna endamên desteya siyasî amade bibûn.
Istêfo diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî kar dike ji bo destpêkirineke nû, ya ava be li ser ketwarê niha û şirove û dîtina çareseriyan ji kêşeyan re bi ramanên hevbeş, ji bo dariştina pilanan li gor demên destnîşankirî, da bigehêjin encamên baş li ser astên siyasî û diblomasî û rêxistînî.
Jêder: Nivîsîngeha Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê