Encûmena Komkara Erebî ya li ser Asta wezîrên derve, kirdeyên ko Rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên tirorist yên ko bi ser Îranê ve, yên ko bûne sedema zehmetkêşan û derdeseriya sivîlên Helebê red û pirotesto kir .
Di daxuyaniya dûmahiya civîna wan ya awarte li bargehê Komkara Erebî, roja duşembê êvarî, ya ji bo rewşa Helebê gotûbêj bikin, wezîrên derve yên Ereb pabendiya xwe bi yekbûna Sûriyê û xweserî û saxlemiya xaka wê dan xuyakirin, û tekez kirin ko“yek çareseî ji bo qeyrana Sûriyê heye, ew jî çareseriya siyasî ye, bi beşdarbûna hemû aliyên Sûriyê ya ku daxwazên miletê Sûrî cîbicî bike.”
Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Elxêt Rêjîm û hevalbendên wê sûcdar kirin “û berpirsiyariya tekûz ya operasiyonên leşkerî yên hovane û binpêkirin û tawanên ko di derheqê Helebê û niştecihên wê yên sivîl de bûne da ser milê wan.”
Ebû Elxêt li ser neguhêrên nerîna “Erebî ya hevbeş” der barê Sûriyê axivî, her weha derbarê tawanên rêjîmê di dermafê sivîlên “Heleba Şehba”de, li gora gotina wî, û ev “neguhêr” diyar kirin û got: “çareserkirina Sûriyê tenê ya siyasî ye, û bi beşdarbûna hemû aliyan”, û “giring e agirbest pêk bê, û parastina sivîlan dabîn bibe.” Û “redkirina tiroristiyê, û hemû alî bibin yek û şer lidijî wê bibe”
Wezîrê derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman, daxwaz kir ko giring e şer li hemû deverên Sûriyê yekser raweste, her weha daxwaz kir ko helwesteke Erebî ya hevgirtî hebe û tevgereke jidil dest pê bikin ko bihêlin Rêjîm êrîşên li dijî sivîlan rawestîne û dorpêçê ji ser hemû herêmên Sûriyê veke û got: “tiştê li Helebê çêdibe kuştar û tawankariyeke mirovî ye, ji bil tundrewiyeke bêtir tu encamek dîtir nade. ”
Di heman mijarê de wezîrê derve yê Siûdî Adil Elcibêr, berpirsiyariya tekûz ya bobelata Helebê da ser rêjîma Esed çimkî “berê artêşa Sûrî da kuştina milet” û wî “rêkxistinên tiroristî wek Pasvanên Şoreşger Yên Îranî derbasî Sûriyê kirin”, û gotina xwe berdewam kir û got “gotin pir in, lê kirde kêm in, û divê alavek ji bo fişareke kartêker hebe, û eger tunebe dê kuştin û stem li Sûriyê berdewam be.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî