Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko nekarîna Encûmena Ewlekariyê ji bo dirêjkirina karê komîta vekolînê ya taybet bi bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê ‘’, rojeke şermezarî bû di dîroka mirovaniyê de.‘’
Birêveberê ragihandinê di Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan piştî bikaranîna Rûsya ji mafê Vîto re li dijî pirojeyê biryara dirêjkirina dema karê komîtê duh pêncşembê got: ‘’ rojek şermezarî bû di dîroka mirovaniyê de, ko Encûmena Ewlekariyê nikaribe qurbaniyên çekên kîmawî li Sûriyê, û ew bi hezaran in, bi maf bike, û nikare tawankarên cengê dadgeh bike.‘’
Piraniya endamên Encûmena Ewlekariyê vîtoya Rûsî pirotesto kirin, balyoza Waşinton ya li Netewên Yekgirtî Nîkî Hayilî got: ‘’ name eşkere ye: Rûsya bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê dipejirîne.‘’
Balyozê Firensa Firensiwa Dolater got ko ‘’ Firensa mendehoş e ji bikaranîna Vîtoya Rûsî .‘’ her weha balyozê Birîtanya Matyo Rêkroft dibîne ko ‘’ Rûsya di pêkanîna aştiyê de li Sûriyê têkçû.‘’
Ev cara dehemîn e ko Rûsya mafê redkirinê (Vîto) li dijî biryara gunehbarkirina rêjîma Esed û daxwaza dadpirsîna berpirsiyarên tawankariyên cengê li Sûriyê, bikar tîne.
Ehmed Remedan di daxuyaniyeke xwe de got ‘’Cihê mixabinî û hêrsbûna me ye ko dewletek xwedan endametiya herdemî, ew jî Rûsya ye, xwe wek dabînker li Sûriyê pêşkêş dike û ev cara dehemîn e ji bo rêjîma Esed biparêze û nehêle siza bibe vîto bikar tîne. ‘’
Û tekez kir ko tiştê Rûsya kiriye‘’ bingehên dadweriya navdewletî têk dibe, û xizmetê ji tiroristiyê re dike û behaneyên wê bêtir dike, û tekez dike ko civaka navdewletî di parastina ewlekarî û aştiya navdewletî de têk diçe.’’
Komîta vekolînê ya hevbeş di navbera Netewên Yekgirtî û Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî de, di raporta xwe de gihaye encamê ko rêjîma Esed berpirsiyar e di ber çendîn êrîşên kîmawî de, ji wan jî ya Xan Şêxûn di nîsana borî de.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans