Fermanberiya mafên mirovan û belgehkirina binpêkirinan ya desthilata demkî, raportek li ser komkujiya Etarib derxist ya ko firokên Rûsya li rojavayê Helebê pêk aniye, û têde 67 kes şehîd ketine û bi dehan sivîl birîndar bûne.
Di raporta birêveberiyê de hatiye ko ew komkujî bi firokên Rûsî pêk hatiye, bi sê êrîşên asmanî, û şeş mûşekên teqînmezin têde bikar anîne, û ev raport durist bûye li gor dîdevaniya qurbaniyên ko ji kuştarê rizgar bûne, her weha dîdevanên ko dîtine û kadirên bijîşkî û xwecihî û dîtina yekser ji cihê ko komkujî lê çêbûne re.
Raportê anî ziman ko Bazara gelêrî li Etarib berê jî ji hêla firokan bi gelek êrîşan du caran hatiye amanckirin, cara yekê di 24.04.2014 di encamê de 52 sivîl şehîd ketin, û cara duyem di 25.07.2016 de, û di encamê de 23 sivîl şehîd ketin.
Serokê desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb got ku wêraniya êrîşa Rûsî li bajarê Etarib çêkir pir mezin e, dikanên bazirganiyê û jêrxan û depoyên dermanan wêran bûn, û bêtir ji 60 kesan şehîd ket û bi dehan sivîlên bêçek birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve polîsên azad li bajarê Helebê mirina 13 şehîdên polîs dema erkên xwe pêktanîn li bazara ko firokên Rûsî amanc kiribûn ragihand, hem jî navê heşt birîndarên birêveberiyê aniye ziman.
Fermanberiya mafên mirovan û belgehkirina binpêkirinan di raporta xwe de daxwaz kir ko giring e tawankar yên erkanên rêjîma Esed û zilamên wê û milîtanên pêre alîkar rizgar nebin û yasayên pêkanîna dadweriyê li ser wan bicî werin.
Fermanberiya mafên mirovan û belgehkirina binpêkirinan, dezgeheke fermî ya desthilata Sûrî ya demkî ye, li ser xaka Sûriyê kar dike, û cihê wê li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî ye, fermanberî binpêkirinên yasaya navdewletî ya mirovî û yasaya tawankariya navdewletî ya ji hêla rêjîma Esed û hevalbendên wê derheqê miletê Sûrî de dibin belgeh dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî