Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikeriya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa diyar kir ku bûyerên duhî yên di dema derbasbûna karwanên alîkariyên mirovî bo Xûta rojhilat bûn, diyar dikin ku Rijêm naxwaze alîkarî bigihin sivîlan ji bo zêdekirina fişaran li ser wan û neçarkirina wan li ser xweradestkirinê.
Komîta Xaça sor ya navdewletî duhî roja duşemê got ku karwanekî alîkariyên mirovî ji bajarê Dûma yê dorpêçkirî vegeriya bê ku barê xwe bi temamî vala bike ji ber bombebaranê.
Ajansa Reuters li ser zarê berpirsekî rêxistina saxlemiya cîhanî got: ” ji aliyê hêzên Rijêmê çanteyên bijîşikiya serateyî û pêdawîstiyên neştergeriyê ji karwanekî ku diçû Xûtayê hatin standin, û wî berpirsî diyar kir ku nêzîkî 70% ji alîkariyên Saxlemiya Cîhanî dema pişkinînê hatin standin.
Mistefa îro di daxuyaniyeke taybet de got ku ev bûyer li gelek navçeyên dorpêçkirî dubare bûn, û lehîstoka Rijêmê eşkere bûye, û cext kir ku Rijêm naxwaze biryarê bicih bike û tişta dibe hewla lîstina bi biryarê ye ji bo temamkirina fişaran li ser xelkê Xûtayê ji bo neçarkirina wan li ser mercên xwe.
Mistefa got: ” Dema em behsa binpêkirinên berdewam ji biryarên navdewletî re dikin, roj bi roj bêkêriya navdewletî zêdetir dibe, û ew bêkêrî ji aliyê Rijêmê û palpiştên wê bi xirabî tê bikaranîn”, û hêviya xwe anî ziman ku divê konseya ewlekariyê berevaniyê di ber biryarên xwe de bike û bi hezarên sivîlan ruha bike.
Mistefa bal kişand ku Esed bi kiryarên binpêkirina biryarên navdewletî tevaya xelkê li dijî konseya ewlekariyê han dide, û got: “deh roj li ser biryarê derbas bûne û biryar bi nizmtirîn astê xwe bicih nebûye, ku ev ajawegeriya navdewletî pir dike”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî