Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, raoprên rojnamevanî yên eşkere dikin ku rijêma Esed bi sedên tonan ji alîkariyên mirovî li devera Amrît li gundewarê Tartûsê dizîne û binax kirine şopandin, ew keresteyên ku ji ber ku dema bikaranîna wan bidawî bûye ji encama embarkirina wan bo demeke dirêj di depoyên rijêmê de, û redkirina rijêmê ji belavkirina wan li ser xelkê re.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de derbarê dizîn û binaxkirina rijêma esed ji alîkariyên mirovî re û nedana wan ji xelkê re, bal kişand ser ku hêzên şoreşê di çendîn carên berê de hişyarî dabûn derbarê ku rijêma Esed alîkariyên mirovî didize û nahêle ew alîkarî bigihêjin xelkê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku şandina alîkariyên mirovî bi rêya rijêma Esed, weke dana çekan jê re ye ji bo kuştina xelkê, ji ber ku rijêm rê li ber van alîkariyên ji xelkê re digire, û li ser milîs û endamên ku bi wê re di kuştina gelê Sûriyê de beşdar in belav dike, û wan di depoyên xwe de embar dike heyanî ku genî dibin.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî xwest ku bi awayekî bilez û cidî danûstandinê bi vê bûyerê re bikin, bi rêya dîtina mîkanîzmeke lezgîn ji bo gihandina alîkariyên mirovî di riya xalên sînorî re bo deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê, û lipaşxwehiştina VETOyê Rusya ya ku dê bibe sedema bobelateke nêzîk dermafê bimîlyonên sivîlan.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de daxwaza çavdêriya Navnetewî li ser belavkirina alîkariyên ku digihêjin deverên di bin kontrola rijêma Esed de kir, ji bo misoger bibe ku neyên dizîn û radestî milîsan nebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî