Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Farûk Teyfûr, xweşhaliya xwe bi pêngava ku dadgeriya Siwêsra avêtiye, derbarê derxistina biryara girtinê dermafê Rif’et esed berpirsê komkujiya hemayê ya sala 1982an, û beşdariya wî di hejmarek ji tawanên cengê yên dîtir de yên ku rijêma Esed dermafê sivîlan li seranserê Sûriyê pêk anîne, anî ziman.
Û Teyfûr tekez kir ku ev pêngav, tev derngmana wê, giring û pêwîst e ji bo ku dadwerî li Sûriyê pêk were, û cext kir ku dadpirsîna tawanbarên cengê li Sûriyê beşekî bingehîn e di pêkanîna veguhastina siyasî ya tam de, li gorî biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254.
Û Teyfûr tekez kir ku Rif’et Esed tawanbarê cengê ye, û di ber kuştina bihezarên sivîlan û îşkencekirin û koçberkirina malbatan bi kotekî de berpisyar e, û ew bûye sedema derdeseriyên wan bi dirêjiya çil salî, û daxwaza avêtina pêngavin wêrek ji bo derxistina biryarên girtinê dermafê berpirsên di ber tawanên niha de dermafê gelê Sûriyê, û di pêşî Beşar Esed, kir.
Tê zanîn ku Dadgeha Federalî ya tawanan a Siwîsreyê, îro çarşemê, fermanek arasteyî ofîsa dadwerî ya federalî kir, da ku biryara girtinê ya navdewletî dermafê Rif’et Esed ê bi nasnavê “Qasabê Hemayê” derbixe, wek Cîgirê berê yê Serokê Komara Sûriyê, ji ber rola wî di pêkanîna tawanên cengê yên mezin de li bajarê Hemayê di sala 1982an de û komkujiya Tedmur di sala 1980 de.
Û dezgeha TRIAL Interna xwest ku tawanbarkirin û dadgehkirina Rif’et Esed bilez bikin, û hêdîbûna pêvajoya dadgehê, ya ku hiştiye ku tawankar bireve Sûriyê, rexne kir.
Û dezgeha TRIAL International dît ku piştî bêhtir ji çil salî di ser komkujiya Hamayê re, pêwîst e ku îro û ji her demê zêdetir lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Federal di zûtirîn dem de bi dawî bibe, da ku di demek kurt de darizandinek were kirin, û got ku ji ber temenê Rif’et Esed mezin bûye, lewra çi bendewariyeke din metirsiyê çêdike ku qurbanî ji mafên xwe bêpar bimînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî