Îro li parêzgariya Siweyda pênc xalên mangirtinê li gundên “Elmetûna”, “Mecadil”, “Nemrit Şahba”, “Qenawat” û “Elsela” hatin tomarkirin, ku xelkên deverê rêyên giştî girtin, wek nerazîbûnê li ser têkçûna rewşa aborî û biryarên rijêma Esed yên zordarî, û ya herî dawî bilindkirina nirxê sotemeniyê bû.
Û Çalakvanan ragihandin ku piraniya otombêlên veguhestina giştî yên li ser rêyên navxweyî dixebitin, îro pêncşemê dest bi mangirtinê kirin, û tevger li parêzgehê ji ber wê nerazîbûna giştî wek pûçmayî bû.
Û duh çalakvanên Sûrî yên ku xwe bi “Tevgera Aştiyane ya Sûriyê” bi nav kirine, daxwaza destpêkirina mangirtineke giştî li bajar û bajarokên başûrê Sûriyê kirin, weke bersivekê li ser biryarên aborî yên vê dawiyê ji hêla rijêma Esed ve.
Û Kombûna Azadîxwazên Horanê anîn ziman ku tevger wek bersivekê li ser siyasetên aborî û siyasî yên rijêma Esed tê, ya ku armanca wê paşguhkirin û birçîkirina gelê Sûriyê yê mayî ye, da ku wan jî koçberî derveyî welêt bike.
Tê zanîn ku ev mangirtin piştî biryarên rijêmê tên, yên ku bilindkirina nirxê sotemeniyê yek ji wan e, ya ku piştî wê nirxê hemû pêdiviyên sereke û xwarinê li deverên di bin kontirola rijêmê de bilind bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî