Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe bi pesendkirina Komîteya Têkliyên Derve ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê ji pirojeyasaya “Captagon2”re, ya ji bo qedexekirina bazirganiya rijêma Esed û milîsên pêve girêdayî bi keresteyên hişber anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, daxwaza ketina wê yasayê di warê cîbicîkirinê de kir, ji ber metirsîya Kaptagona ku ji aliyê rijêma Esed ve tê çêkirin û hinardekirin, ne tenê li ser Sûriya û deverê heye, lêbelê bûye metirsiyeke rasteqîn li ser aşitî û ewlehiya navdewletî.
Û got ku bazirganiya keresteyên hişbir çavkaniya gelek pereyan e ji rijêma Esed û milîsên pêve girêdayî re, û karîna wan a berdewamkirina tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê yên ku dermafê gelê Sûriyê pêk tînin xurt dike.
Û Hevbendiya Niştimanî, tekez kir ku her siza û fişareke zêde li ser rijêma Esed, cihê pêşwazî û rêzê ye li bal gelê Sûriyê, û ew gavin di rêya rast de ne, ku dê karînên rijêmê yên bidestxistina amûrên kuştin û wêrankirinê yên ku li dijî sivîlên Sûrî yên bêguneh bikar tînin sînordar bike, û fişareke rasteqîn e li ser rijêma Esed ji bo ku pabendiyê bi biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê bike.
Û Hevbendiya Niştimanî, bal kişand ser ku rijêma Esed Sûriya veguherandiye dewleteke ku keresteyên hişber çêdike, û bo dewletên deryaya naverast dişîne, û di wê riyê re ji tevaya cîhanê re rêdike, û ev yek civaka navdewletî neçar dike ku rê li ber vê metirsiyê bigire, û pêngavên xwe ji bo pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê mezintir û çalaktir bike, û mîkanîzmayeke kartêker ji dadpirsîna rijêmê û cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar, nemaze herdû biryarên 2118 û 2254, re bibîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî