Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, piştgiriya xwe ya tam ji raperîna gelêrî li Sûriyê, ya xelkê taxa Ceramana ya Şamê û li başûrê Sûriyê li Deraa û Sweyda û her weha ji xwepêşandanên li beravên Sûriyê li dijî rijêma Esed derketine û têde daxwaza ruxandina rijêma Esed kirine, û tekez kirine ku rijêma Esed sedema kirîzan e li Sûriyê û ew di ber xirabûna rewşa jiyanê û xizmetguzariya xelkê de berpisyar e, anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku kontirolkirina leşkerî ya rijêma Esed û hevalbendên wê ji deverên Sûriyê re, piştî siyaseta erda şewitandî ya ku pişta xwe pê girêdaye, wê nake rijêmeke rewa li welêt, û xwepîşandanên ku nû dibin tevî serkutkirin, kuştin û girtinê, diçespînin ku gelê Sûriyê hemû awayên hebûna rijêma Esed li Sûriyê red dike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku pêwîst e deverên rizgarkirî li kêleka serhildana başûr rawestin, di riya beşdariya di xwepêşandanên mezin re, ji bo ku tekeziyê li ser armanca hevbeş a rûxandina rijêma Esed bikin, û diyar bikin ku pêwîstiya Sûriyê bi hemû xelkên wê heye ji bo xewna Sûriyan di azadî, dadmendî û rûmetê di Sûriyake ku cihê rijêma Esed têde tune be pêk bînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ji medyayên erebî û navdewletî xwest ku guhdanê li vê raperîna gelêrî ya li başûr li dar ketiye bikin, û ji nêzîk ve bûyeran bi awayekî hûrgilî bişopînin, û deng û daxwazên xelkê veguhêzin, nemaze ku ew xwepêşandan li deverên di bin kontrola rijêma Esed a tawankar de ne.
Û Hevbendiya Niştimanî bang li tevaya gelê Sûriyê û yê li hemû parêzgehan kir ku li dijî rijêma Esed rabin, da ku Sûriya û cîhanê ji tawankarê cengê yê ku bi hezaran tawan li dijî sivîlan pêk anîne, rizgar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî