Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku tevaya kêşeyên aborî û tenduristî û siyasî yên li Sûriyê, ji encama gendeliya rijêmê ne, û sernekeftina wê di rêvebirina welêt de û nekarîna wê ya standina biryarên rast e, û ew tevaya biryaran li ser bingeha mana wê di desthilatdariyê de ye li ser hesabê gelê Sûriyê û pêşeroja wê ne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî yaku îro derketî de got ku daxwiyaniya dawîn ya Serokê rijêmê diyar dike ku sedema sereke ji derdeseriyên sûriyan û hilweşîna aborî ya berdewam li welêt û kêşeyên li dû hev li ser asta tenduristî û mirovahî, ti têkliya wê bi cezayên derve û yasaya Qeyser tune ye.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku rastiya derxistina bi dehan milyarên dolar bi qaçaxî ji Sûriyê berve derve û xistina wan di benkên biyanî de, zanyariyên tevaya Sûriyan tekez dike, ku rijêm û yên jêve nêzîk van pereyan didizin û vediguhêzin ser hesabên xwe yên bankan yên li derveyî welêt.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku bikaranîna tevaya samanên dewletê ji bo cenga dijî Sûriyan û rûxandina welatê wan, û nehêlana ku ew mafên xwe bistînin, her weha radestkirina hemû jêderên daraya welêt bo hêzên dagîrkerê Rûsî û Îranî, ew sedemên sereke ne yên hiştine rewş bighê vê astê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de cext kir ku ti çareserîyên cidî çênabin ger sedema gewherî ji alozî û bobelatan re ranebe, ew jî di riya piroseseke siyasî ya berfireh re ya karibe biryarên Encûmena Ewlekariyê cîbicî bike, û gelê Sûriyê rizgar bike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî