Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Emînarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres kir, derbarê metirsiya pilana rêxistinkirina nû ya Kampa Elyermûk li ser mafên malûmilkên nişteciyên kampê yên derbider û koçber bûne.
Û di nav yadnameyê de şiroveyek li ser cîgehê kampa herî mezin ji kampên Filestîniyan li Sûriyê û dîroka avakirina wê û hejmara nişteciyên wê di sala 2011an de, her weha tiştên bi serê kampê ji aliyê balefirên rijêmê û milîsên wê û hêzên Rûsî ve hatiye, û çawa ew bombebaran bû sedema ruxandina beşekî berfireh ji kampê.
Û yadnameyê li ser pilanên rêxistinkirinên nû yên rijêma Esed bo hejmarek ji deveran derxistiye û di nav de kampa Elyerûmk jî hebû, yên dikevin nav pirojeyên nûrêxistinkirinê de, ew jî li gorî siyaseta nû a ku rijêm di riya yasaya hejmar 10 re diyar kiriye tê, ya ku madeyên wê dihêlin rijêm devereke rêxistinkirî ava bike, an bêhtirî deverekê di hundir pilana rêxistinkirna giştî ya yekîneyên rêvebirinê ava bike, ew tev jî bi armanca endezyariya operasyonên guhartina cugrafî li ser hesabê qurbaniyên bi kotekî hatine koçberkirin, ew kiryara ku rijêm li piraniya deverên Sûriyê li ser dixebite.
Û yadnameyê eşkere kir ku ji xelkê kampê re hate diyarkirin ziyanên li paş vê pilanê li ser asta windabûna mafên wan di malûmilkan de ger ew pilan cîbicî bibe, û metirsiya wê li ser guhartina nasnameya kampê di aliyê demografî de, ji ber ku berê taybetmendiyeke wê ya niştimanî bo penaberên filestînî hebû.
Û yadnameyê giringî da ser binpêkirinên li ser mafên nişteciyên wê kampê yên niha jê derbider û koçber bûne li gorî pilana nû, û cext kir ku pilana nû ya kampa Elyermok rewayê dide operasyonên destdanîna ser malûmilkên niştecityên ji kampê derbider û koçber bûne, malûmilkên ku ji aliyê hêzên rijêmê yên li wir rastî talan û diziyê hatine.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di yadnameyê de daxwaz ji siyasetmedar û kesayetên têkildar bi doza penaberên Filestînî re li ser asta niştimanî wek Rêxistina Rizgariya Filestînê û li ser asta navdewletî wek Ajansa Alîkarî û Karûbarên Penaberan UNRWA ku berpisyariyê hilgirin û nehêlin ev pilana bicî bibe, û helwestekî aşkere li ser redkirina vê pilanê bidin, û pirsgirêkên ji paş rûxandina ku gihîştiye kampê çareser bikin, ew jî di riya vegera pilana rêxistinkirî ya sala 2004an re.
û Elherîrî ji tevaya saziyên civaka navdewletî û Komîsyona Yekîtiya Ewropî û dewletên têkildarê doseya Sûrî û saziyên mirovahî û mafnasî yên navdewletî xwest ku bi lez desttêwerdanê û fişarên cidî li ser rijêmê bikin, daku rijêm ji va pilana ku bandora wê ya bobelatî li ser malûmilkên penaberên Filestînî û Sûrî li kampa Elyermok vekêşe.
Û Elherîrî dît ku hewildanên rijêmê ji bo veşartina siyaseta xwe ya hovane di warê dizîna malûmilkên penaberên Fîlîstînî û welatiyên Sûrî di bin siya zagona qanûnê de, ew jî tawaneke dermafê qurbanî û dermafê mirovahiyê ye, û divê hemû hewil hevkar bin, daku rijêmê riswa bikin, û berpirs û kesên ku tê de têkildar bêne seknandin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî