Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, bi serdanekê bo Kenîseya Mar Toma Elresol ya Siryanên Ertodoks li bajarê Serê Kaniyê yê gundewarê Hisiçê rabû.
Û di vê serdanê de Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamên Hevbendiyê Behcet Etasî, Yasir Elferhan, Ednan Rehmon, Mohemed Qedah û Ehmed Tuimê hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û ev serdan di nav gera ku Hevbendiya Niştimanî bo deverên rizgarkirî li gundewarê Reqa û Hisiçê pê radibe tê, û têde şandê Hevbendiya Niştimanî hevdîtinin bi hejmarek ji nişteciyan û kesên rêvebiriya kenîseyê dikin re li dar xistin, û li ser rewşa debara jiyana wan axivîn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser nirxên hevbeş di navbera tevaya olan de kir, û behsa nirxên hezkirin û aştî û pêkvejiyanê di navbera misilman û xiristiyanan de kir, û got ku xaka Sûriyê hemû ol bi dirêjiya 14 çerxan bi biratî û lêborîn hembz kirine, û piropogendaya rijêmê yaku dide xwiyakirin ku ew kêmnetewan diparêze, tenê riklameke erzan e, ji hêla rijêmeke mezhebî ve, û derewên rijêmê di riya beranberkirina serhejmariya fileyan li sûriyê berî ev rijêm were ser desthilatê û piştî hatina wê diyar dike.
li ser çalakiyên Hevbendiyê û karên wê çi li ser asta xebatên siyasî be an di warê karên xizmetkariyê û rêvebirina deverên rizgarkirî de be pêşkêş kir, û li ser saziyên Hevbendiyê yên cîbicîkar û xebatên wan di rêvebirina deverên rizgarkirî de û pêşkêşkirina xizmetkariyan bo nişteciyan axivî.
Û Elherîrî tekezî li ser giringiya parastina tevna civaka sûriyê kir, û bal kişand ser ku sûriya zengîn û bedew e bi cihêrengiya xwe û hemahengiya di nav xelkê wê de, û cudahî di nav xelkê yek welatê ku ji musliman û fileyan pêk tê tune ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî