Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê yên berdewam dermafê sivîlên Sûrî şermezar kirin, ji ber ku hêzên rijêma Esed û Rusya duh duşemê êvarî tawaneke nû dermafê hejmarek ji sivîlan û malbateka ku derbiderî gundewarê Idlibê bibû pêk anî.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî diyar kir ku firokeyên cengê yên Rusya duh duşemê êvarî xaniyek li çewlika Elata ya nêzîkî bajarokê Ermenaz rojavayê Idlibê armanc kir, û bû sedema şehîdbûna malbatekê bi temamî ji koçberên gundewarê Idlibê yê başûr, malbata ku ji mêrekî û jina wî û 3 zarokan pêk dihat, her wiha birîndarbûna zarokekî, ku di nav malbata xwe de ew tenê sax ma.
Û ev komkujî piştî çend demjimêran ji kuştina sivîlekî û birîndarbûna 5 sivîlên dîtir di nav de 3 zarok hebûn hat, di encama bombebarana mûşekên hêzên rijêmê de, yên ku malên sivîlan û dibistana gund û navendên giştî û zeviyên çandiniyê li bajarê Sermîn li gundewarê rojhilatê Idlibê armanc kirine.
Û gundên gundewarê rojhilat û başûrê Idlibê ji aliyê hêzên rijêmê ve rastî bombebarankirina rêbazkirî tên, ew yek aramiya deverê têk dibe û rewşa tirs û sawa ji pêlên koçberiyê disepîne, û Ebdilletîf tekez kir ku ev tawanên hovane di demekê de ne ku cîhan di roja sersalê de daxwaza aştiyê dike.
Û Ebdilletîf tekez kir ku berdewamiya bêdengiya navdewletî û nedana giringiya ku tê xwestin ji dosya Sûriyê re ji aliyê civaka navdewletî ve, metirsiyê li ser Sûriyan zêde dike, û ewlehî û aramiya deverê têk dibe, û bobelatên nû yên derbiderî û penaberiyê di rewşa tirajîdî ya ku Sûrî têde dijîn de nîşan dide.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî