Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi helkefta hatina Roja Zayînê û sersala nû, pîrozbahî li berpirsên Dêra Meryem Elmecdelîye û hin malbatên xiristyan li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê parêzgeha Hesekê kir.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî, Cîgirê Serokê Encumena Xwecihî yê Bajarê Serê Kaniyê Husên Elread, di dema hevdîtina bi xelkê re li ser giringiya van boneyan di zêdebûna nêzîkbûnê di navbera xelkê civaka Sûrî de axivî, û Şandeyê amadekariyên cejna zayînê û serê salê û serederiya erênî ya xelkê deverê ji pêkhatên dî û beşdariya wan di şahiyê de li kêleka birayên xwe yên xiristyan, ku ev yek giyanê hevkarî û pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên deverê de piştrast dike gotûbêj kir.
Û kesên amade li ser berçavtirîn dijwariyên ku rastî xelkê deverê tên, ji aliyê birîna eletrîka ku ji wêstgeha Elok ve tê deverê axivîn, û bal kişandin ser nebûna saziyên mirovî li deverê û got ku nebûna saziyên piştgir bandorê li cihêrengiya niştecihan dike.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya berdewamiya belavkirina giyanê biratî û hevkariyê di navbera pêkhatên deverê de kir, da bibe nimûne ji deverên dîtir re, û tekez kir ku xiristyan pêkhateyeke bingehîn û resen ji pêkhateyên civaka Sûrî ye û rengeremgiya şaristanî dewlemend dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî